Wezareta Navxwe: Danûstandin bi pereyên elektronîk re qedexe ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyan û ragihand, ji ber nebûna çarçoveyeke yasayî, her cure bazirganiya pereyên elektronîk û Forexê qedexe ye.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro 3ê Gulanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, li gorî rêbernameyên Banka Navendî ya Iraqê û Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêmê, bazirganiya pereyên elektronîk (wekî USDT) û sîstema Forexê hatiye qedexekirin.
Wezaretê destnîşan kir, heta niha li Herêma Kurdistanê û Iraqê ti kompanyayek di warê pereyên elektronîk û Forexê de moleta fermî wernegirtiye. Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber nebûna yasayên taybet, ti garantiyek ji bo parastina maf û berjewendiyên welatiyan di van bazirganiyan de nîne.
Li gorî daxuyaniyê, her kes yan grûpên ku di bin navê "kompanyayê" de van karên qedexekirî bikin, dê binkeyên wan bên girtin û rûbirûyî lêpirsîna yasayî bibin. Wezareta Navxwe tekez kir ku li gorî yasayên berkar, hemû cûre danûstandinên di van waran de neyasayî ne.
Wezareta Navxwe daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo parastina serwet û malê xwe, ji van cure danûstandinan dûr bisekin. Herwiha hat diyarkirin ku ew welatiyên ku berê mafên wan li ba van aliyan (kompanyayên bêmolet) hene, divê hewl bidin ku mal û pereyên xwe vegerînin.