Li Dihokê îsal nîv mîlyon ton genimê bi kalîteya baş tê çaverêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Çandiniyê ya Dihokê ragihand, îsal berhema genim ji aliyê kalîte û birînê ve gelekî baş e, lê pişka ku Bexdayê ji bo wergirtina genimê Herêma Kurdistanê diyar kiriye, wan bi hinceta ku "ne dadperwerane" ye, red kiriye.
Rêveberê Giştî yê Çandiniya Parêzgeha Dihokê Ehmed Cemîl îro 4ê Gulana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, îsal berhema genim li sînorê parêzgehê gelekî zêde bûye û tê çaverêkirin ku bigihe zêdetir ji 500 hezar tonî.
Ehmed Cemîl destnîşan kir, ji ber barîna baranê ya bi têra xwe, îsal kalîteya genim li herêmên dêmî yên wekî Berdereş, Şêxan û Sêmêlê gelekî ji par baştir e. Cemîl got: "Ji bo wergirtina berhema cotkaran, her sê sayloyên Roviya, Şêxan û Faydeyê hatine amadekirin. Tê çaverêkirin ku Wezareta Bazirganî ya Iraqê di destpêka meha bê de dest bi wergirtina genim bike."
Tevî zêdebûna berhemê, pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya li ser birê wergirtina genim berdewam dike. Bexdayê tenê pişka 292 hezar ton genim ji bo tevahiya Herêma Kurdistanê diyar kiriye.
Rêveberiya Çandiniyê ev biryar red kir û wekî "ne zanistî" pênase kir. Herwiha destnîşan kir ku par di sala hişkesaliyê de Bexdayê 400 hezar ton wergirtibû, lê îsal ku tê çaverêkirin berhema Kurdistanê bigihe 1.5 mîlyon tonî, Bexda dixwaze birê hîn kêmtir bike.
Rêvebera Giştî ya Plandanînê di Wezareta Çandiniyê de Dr. Zêda Mihemed bal kişand ser bihayê genim û got: "Îsal ji bo her tonek genim 700 hezar dînar hatiye diyar kirin, di dema ku par 850 hezar dînar bû. Ev yek dibe sedema ziyaneke mezin ji bo cotkaran."
Plana alternatîf a Hikûmeta Herêmê
Ehmed Cemîl cotkar dilrehet kirin û ragihand, heke Bexda hemû berhema cotkaran wernegire, Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê bi du kompanyayên taybet re peyman îmze kiriye, da ku genimê zêde yê cotkaran bikirin û mafê wan neyê xwarin.