Nêçîrvan Barzanî tekezê li ser dûrxistina Iraqê ji aloziyên deverê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê, piştî bidawîanîna hejmareke civînan li Bexdayê, piştgiriya bi tevahî ya Herêma Kurdistanê ji bo Serokwezîrê raspartî yê Iraqê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ragihand. Herwesa got: “Em bi hevparên siyasî re li ser veguhestina Iraqê ji bo qonaxeke nû ya pêşxistin û tenahiyê hevnerîn bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) peyamek li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya “X”ê belav kir û tê de ragihand ku, wan îro serdaneke "berhemdar û serkeftî" ji bo Bexdayê bidawî aniye, ku tê de hejmareke hevdîtinan bi hemî hevpeymanî, kesatiyên nîştimanî û hevparên siyasî re kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku di dema civînan de tekez li ser girîngiya kar û hevahengiya hevpar ji bo rûbirûbûna astengiyan hatiye kirin, bi taybetî di warên siyasî, ewlehî û aborî de.
Nêçîrvan Barzanî eşkere jî kir ku wan di civînan de bi zelalî tekez li ser prensîpa "divê çek tenê di destê dewletê de bin" û vedîtina çareseriyên bilez ji bo qeyranên aborî kiriye, ku ji ber bandorên rewşa deverê çê bûne.
Nêçîrvan Barzanî di pareke din a peyama xwe de got: "Me di civînên xwe de tekez li ser misogerkirina ewlehiya welatên deverê kiriye û herwesa me israra xwe li ser bingeha dûrxistina Iraqê ji aloziyên deverê jî diyar kir."
Serokê Herêma Kurdistanê li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê de jî ragihand ku wan ew pirs ligel hevparên siyasî nîqaş kiriye û piştgiriya xwe ya bi tevahî ji bo Serokwezîrê raspartî yê Iraqê tekez kiriye, daku bi hevparî Iraq û gelê wê derbazî qonaxeke nû ya tenahî, pêşxistin û pêşketinê bikin.
Herwesa Nêçîrvan Barzanî spasî û rêz û hurmetên xwe ji bo pêşwazîkirina germ, singfirehî û danûstandinên erênî yên avaker diyar kir, ku di berjewendiya Iraqê de ne.