PDK-S û Yekîtiya Xwendekaran ji bo parastina çanda Kurdî li Efrînê mîhrîcanek lidar xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta parastina nasname û çanda Kurdî, piştgirîkirina xwendekaran û xurtkirina peywendiyên civakî di navbera malbatên Kurd ên li herêmê de, mîhrîcaneke biharî ya berfireh li ber gola Meydankê ya Efrînê hat lidarxistin.

Rêxistinên Efrîn û Helebê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) ligel Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanî, duh 8ê Gulanê geşteke biharî li herêma Efrînê organîze kirin. Çalakî bi beşdariya hejmareke mezin ya xwendekaran û malbatên Kurd ên herêmê birêve çû.

Mîhrîcan bi sirûda neteweyî ya "Ey Reqîb" dest pê kir û bi stranên resen û govendên folklorî yên taybet bi herêma Efrînê berdewam kir. Armanca serekî ya van çalakiyan ew bû ku ciwan û xwendekarên Kurd ji çanda xwe nebirin û peywendiyên biratî û civakî di navbera malbatên herêmê de hîn xurtir bibin.

Di çarçoveya çalakiyê de, çendîn axaftin ji aliyê berpirs û nûnerên aliyên beşdar ve hatin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser giringiya parastina çanda Kurdî, piştgirîkirina xwendekaran û xurtkirina peywendiyên civakî di navbera malbatên Kurd ên li herêmê de.

Mîhrîcana biharî bi xwendina çendîn helbestên niştimanî ji aliyê xwendekaran ve bi dawî bû. Ev çalakî ji bo malbatên Kurd ên li Efrînê bû derfeteke giring a danûstandin û nêzikbûna civakî di atmosfereke aram û hunerî de.