300 şêwekarên Hewlêrê bi firçe û rengên xwe peyamên aştiyê nîgar kirin
Hewlêr (K24) – Di demekê de ku nûçeyên şer û aloziyan rojeva cîhanê dagir kirine, li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, ciwanan bi reng û hunerê peyameke cuda ya aştiyê dan.
Dezgeha "Kurdistan Foundation", li mezintirîn navenda ciwanan a li Hewlêrê, pêşbirkeyeke zindî ya şêwekariyê lidar xist. Di vê çalakiya hunerî de zêdetirî 300 hunermend û şêwekarên ji temenên cuda beşdar bûn û bi fırçe û tabloyên xwe, hest û xeyalên xwe nîgar kirin.
Armanca sereke ya vê pêşbirkeyê ew e ku nîşan bide huner hîn jî dikare mirovan li dora hev kom bike û di nav hemû alozî û krîzên navçeyê de bibe dengekî aram û aştiyane.
Yek ji beşdarên herî balkêş ê vê pêşbirkeyê Arselan Yasîn bû. Arselan ciwanekî xwedî pêdiviyên taybet e, lê bi îradeyeke mezin û bi fırçeya xwe tabloyeke bedew nîgar kir. Arselan diyar kir ku huner û helbest ji bo wî çavkaniya jiyanê ne û ew dixwaze bi hunerê îsbat bike ku ti astengî nikarin li pêşiya xeyalên mirovan bibin berbest.
Faxredîn Berzincî, ku wekî welatiyek tevî malbata xwe beşdarî çavdêriya pêşbirkeyê bûbû, anî ziman ku ev cure navend ji bo perwerdekirin û geşepêdana behreyên zarok û ciwanan pir giring in. Berzincî destnîşan kir ku ew wekî dê û bav bi dilfirehî zarokên xwe dişînin van deran, ji ber ku jîngeheke saxlem û hunerî lê heye.
Berpirsa Bernameya Ciwanan Haje Heymen ji Kurdistan24ê re ragihand, ev çalakî ne tenê ji bo rojekê ye. Herwiha got: "Me di navenda ciwanan de, galeriya hunerî vekiriye û em her meh pêşangehan ji bo hunermendan vedikin. Piştî vê pêşbirkeyê, em ê 20 kesên herî serkeftî hilbijêrin û li galeriya xwe pêşangeheke taybet ji bo wan vekin, da ku karibin berhemên xwe bifiroşin jî."
Ev çalakiya li Hewlêrê careke din nîşan dide ku paytexta Kurdistanê di nav hemû krîzên Rojhilata Navîn de, wekî navendeke huner, aştî û afirîneriyê dimîne.