Hikûmeta Iraqê bo K24ê: Agahiyên girêdayî bingeha Îsraîlî nehatine piştrastkirin

Sebah Numan
Sebah Numan

Navenda Nûçeyan (K24) - Bexda raporta Rojnameya “Wall Street Journal” ya girêdayî bingeha nihênî ya Îsraîlê wekî "zanyarên nepiştrastkirî" wesf dike; di demekê de ku zanyarên nû eşkere dikin ku Îsraîlê ji bo parastina wê bingehê êrişî serbazên Iraqî kiriye.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan îro (Yekşem, 10ê Gulana 2026ê) li ser raporta rojnameya "Wall Street Journal"ê ya Amerîkayî ya li ser avakirina bingeheke leşkerî ya nihênî ya Îsraîlê li biyabanên Iraqê ji Kurdistan24ê re axivî.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê got: "Me pêştir tu daxuyaniyên fermî li ser vê mijarê nedane. Ew zanyarên ku rojnameya “Wall Street Journal”ê belav kirine girêdayî wê ne; em nazanin çavkaniya wan kî der e û heta niha ji bo me nehatine piştrastkirin."

Rojnameya “Wall Street Journal”ê ya Amerîkayî li roja Şemiyê, 09ê Gulana 2026ê, di raportekê de eşkere kiribû ku Îsraîlê bi agahdariya Amerîkayê bingeheke serbazî ya nihênî ji bo piştgirîkirina êrişên xwe yên li dijî Îranê li biyabanên Iraqê çê kiriye.

Di wê raportê de herwesa hatibû diyarkirin ku hêzên taybet ên Îsraîlê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di wê bingeha nihênî de hatine binecihkirin, daku di dema ketina balafiran de di hawara balafirvanan biçin.

Herwesa di wê raportê de hatibû gotin ku nihêniya vê bingehê di destpêka meha Adara îsal de nêzîk bû ku eşkere bûba; dema ku şivanekî wê deverê hest bi tevgerên nenormal ên helîkopteran û çalakiyên leşkerî kiribû û piştre artêşa Iraqê yekîneyek ji bo lêkolînê şandibû. Îsraîlê ji bo rêgirtina li nêzîkbûna hêzên Iraqî penaya xwe biribû ber bombebarana asmanî û di encamê de serbazekî Iraqî hatibû kuştin û du yên din jî birîndar bûbûn.

Piştre di dawiya meha Adarê de, Iraqê gilînameyeke fermî li dijî wê êrişê gihand Neteweyên Yekbûyî û ew êriş xistibû stuyê Amerîkayê; lê çavkaniyên wê rojnameyê tekez dikin ku Amerîkayê tu têkilî di wê êrişê de nebûye û tenê hêzên Îsraîlî ew êrîş kiriye.