Civînên Stenbolê: Serdanek di demeke hestiyar de
Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku Rojhilata Navîn di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdaneke fermî bo Tirkiyeyê pêk anî û bi rayedarên bilind ên wî welatî re civiya. Di lûtkeya Stenbolê de, mijarên wekî "Pêvajoya Aştiyê", "Rêya Geşepêdanê" û aramiya navçeyê derketin pêş.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Şemiyê, 9ê Gulana 2026an, gihîşt Tirkiyeyê û di yekem rawestgeha xwe de li Koşka Dolmabahçeyê ya Stenbolê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Erdogan: Herêma Kurdistanê faktora aramiyê ye
Li gorî daxuyaniya Ragihandina Serokatiya Tirkiyeyê, di hevdîtinê de Erdogan pesnê rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê da ku wekî faktoreke sereke ya aştî û aramiya navçeyê tê dîtin. Erdogan her wiha dilgiraniya xwe li ser êrîşên ku di dema dawî de li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin anî ziman û piştgiriya welatê xwe nû kir. Hat destnîşankirin ku Tirkiye naxwaze agirê şer û pevçûnan li welatên din ên navçeyê belav bibe.
Projeya 'Rêya Geşepêdanê': Pira di navbera Kendav û Ewropayê de
Yek ji mijarên herî stratejîk ên serdanê, projeya "Rêya Geşepêdanê" bû. Ev proje ku ji xeteke hesinî û otobaneke navdewletî pêk tê, ji Bendera Faw a Iraqê dest pê dike û di ser axa Herêma Kurdistanê (Sêmêl û Dêrebûn) re digihe Tirkiyeyê û Ewropayê.
Erdogan tekez kir ku ev proje ne tenê ji bo Iraqê, lê ji bo hemû welatên Kendavê giringiyeke wê ya mezin heye, bi taybetî piştî aloziyên li Tengava Hurmizê. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di civînên xwe yên bi wezîrên Derve û Enerjiyê yên Tirkiyeyê re giranî da ser vî aliyê aborî û stratejîk.
Piştgiriya ji bo 'Pêvajoya Aştiyê'
Mijara "Pêvajoya Aştiyê" û çekberdana PKKê careke din di rojeva her du aliyan de bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê bo vê pêvajoyê nû kir. Erdogan jî destnîşan kir ku ew giringiyê didin hevahengiya ewlehiyê ya bi Hewlêrê re, da ku aramî hem li hundir û hem jî li welatên cîran pêk were.
Parlementerê AK Partiyê Galip Ensarioğlu ku beşdarî bernameyeke taybet a Kurdistan24ê bû, li ser vê mijarê got: "Ji sala 2007an ve hikûmetê dest bi pêvajoya biratiyê kiriye. Guherînên îro yên herêmê nîşan didin ku ev pêvajo ji her demê zêdetir pêwîst e."
Peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê
Nûner û wezîrên ku nêrînên xwe anîn ziman, serdana Mesrûr Barzanî wekî "serdaneke di dema xwe de" bi nav kirin:
Parlementer Galip Ensarioglu: "Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji bo hev bê alternatîf in. Ez bawer dikim qonaxa nû ya peywendiyan dê hîn xurtir bibe."
Wezîrê Herêmê Aydin Marûf: "Em du dost û cîranên baş in. Serokwezîrê me peywendiyên pir baş bi welatên herêmê re hene û ev serdan ji bo geşepêdana peywendiyan pir giring e."
Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmenî Ebdulqadir Bazirgan: "Bi hevkarî û yekgirtina hemû pêkhateyan, em dikarin paşerojeke bi hêvî ji bo Kurdistanê ava bikin."
Di dawiya hevdîtinan de, her du aliyan hêvî xwest ku hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha destûrê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike û bibe sedema aramiyê ji bo hemû pêkhateyan.