Banga perwerdekaran: Waneya bijare ne bes e, divê Kurdî bibe xwedî statu

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê derbarê çaresernebûna pirsa kurd hîn jî di warê bikaranîna zimanê kurdî de, pirsgirêk rû didin ku demekê li Tirkiyeyê bo kesên kurdîaxêv sizayê pere dihat birîn. Demekê di girtîgehan de, axaftina kurdî dibû sedema êşkênceyên giran ku gelek kesan canê xwe jî ji dest dane. Niha jî her çiqas di asta waneya bijare de, perwerdehiya bi zimanê kurdî hebe jî, pispor dibêjin ku çareseriya mayînde ew e ku kurdî bibe xwedî statû.

Di sala 1938ê de di rojanmeyên Tirkiyeyê de wek hişyarî dihat nivîsîn ku bo kesên ku kurdî biaxifin, dê sizayê pere were birîn, bi salan ev qedexeya ser zimanê kurdî dom kir ku heta di derbeya leşkerî ya 1980î de, li ser dîwarê girtîgeha diyarbekir hatibû nivîsîn bi tirkî biaxive, gelek biaxife, ku ev yek bûbû yek ji remzên derbeya leşkerî. Di girtîgeha Diyarbekirê de, êşkenceyên giran ên di hemû cîhanê de deng vedabû, li kurdan hatin kirin ku mexdûrên wê demê dibêjin yek ji armancên wan êşkenceyên giran, nehîştina zimanê kurdî bû ku bi berxwedana mexdûrên wê demê, kurdî zindî ma, lê hîn jî di warê bikaranîna zimanê kurdî de pirsgirêk didomin.

Mexdurê Girtîgeha Diyarbekirê yê Dema Derbeya Leşkerî, Cano Amedî ji Kurdistan24ê re got: “Di hola hevdîtinê de, li ser dîwarê zîndanê dinivîst tirkî biaxive pirr biaxive. Armanca dewletê bişaftina kurdan bû, lê gelê kurd di zindanan de, di kolanan de, li ber xwe da û siyaseta bişaftin û qirkirina milletê qebûl nekir.”

Li Tirkiyeyê piştî salên dirêj û zehmet zimanê kurdî wek waneya bijare di sala 2012an de pergala fermî de cihê xwe girt. Perwerdekar didin zanîn ku her ku diçe bijartina waneya bijare ya zimanê kurdî zêde dibe, lê divê zimanê kurdî bibe xwedî statu.

Mamoste Hudaî Morsumbul dibêje: “14 sal in waneya bijare ya zimanê kurdî heye, 210 mamoste hene, lê çareseriya mayînde ew e ku zimanê kurdî jî wek zimanê tirkî di qada fermî de bibe xwedî statu.”

Li gorî xala 42emîn a makezagona Tirkiyeyê, ji bilî zimanê tirkî ne pêkan e ku bi zimaneke din perwerdehî were dayîn û divê ev xal were guherîn û rê li ber statubûna zimanê kurdî were vekirin.