Trump: Dibe ku ez 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê çalak bikim

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragihand ku Îran ji ber wêranbûna jêrxaneya xwe ya leşkerî ji bo paqijkirina bingehên xwe yên atomî daxwaza alîkariyê ji Waşintonê dike. Herwesa got: "zextên li ser Tehranê dê berdewam bin heta ku li hev dikin." Amaje bi wê yekê jî kir ku dibe "Projeya Azadiyê" li Tengava Hurmizê careke din çalak bike. Herwesa planeke nû ji bo zêdekirina Venezuelayê wekî dewleta 51ê ya Amerîkayê jî eşkere kir.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro (Duşem, 11ê Gulana 2026ê) ji bo kanala "Fox News"ê çend zanyarên hestiyar û nû li ser rewşa Îran û Venezuelayê eşkere kirin.

Trump ragihand ku danûstandinkerên Îranî jê re gotiye; divê Amerîka bi xwe madeyên radyoaktîf ji wan bingehên atomî yên Îranê derxîne ku berê di êrişan de hatine wêrankirin. Herwesa got: "Tehranê teknolojiya pêdivî ji bo paqijkirina wan cihan nîne, lewma daxwaza alîkariyê ji me dike."

Navbirî pêşbînî jî kir ku serkirdeyên Tehranê di demeke nêz de neçar dibin ku şertên Amerîkayê qebûl bikin. Herwesa got ku ew niha bi rengekî cidî hizir li ser wê yekê dike ku "Projeya Azadiyê", wekî parek ji operasyonên leşkerî yên mezin ên Amerîkayê li deverê, careke din çalak bike.

Serokê Amerîkayê herwesa got: "Zextên Amerîkayê li ser Tehranê dê berdewam bin heta ku ew bigihîjin lihevkirineke tevgir." Herwiha ji Nivîsîngeha “Oval"ê re ragihand: "Îran niha bi temamî bê çek, bê serkirdetî, bê hêza deryayî û bê artêş maye." Tekez jî kir ku Amerîkayê karî hêza deryayî ya Îranê bi temamî ji nav bibe û êdî hebûna wê li ser nexşeya leşkerî nemaye.

Trump eşkere jî kir ku niha komeke mezin a generalên bilind ên artêşa Amerîkayê li bendê ne ku plana dawiyê ya leşkerî ji bo serederîkirina bi Tehranê nîqaş bikin. Tekez jî kir: "Eger Îran bi lez neyê ser maseya danûstandinan û lihevkirinê îmze neke, em dê gurzeke wisa li wê bidin ku heta niha nedîtibe û di xeyala wê de jî nebûbe."

Di ser van daxuyaniyan re jî, Trump geşbîniya xwe nîşan da ku hevrikî ber bi dawiyê ve diçin û ragihand: "Şerê Îranê di demeke nêz de bi dawî dibe." Trump rewşa agirbesta niha wekî "nexweşekî di odeya çavdêriya hûr de" şiband û got: "Ev agirbest pir lawaz e û di bin amûra henasedana destçêkirî de ye. Rewş wekî wê yekê ye ku bijîşkek bê hundir û bibêje ku ezîzê te tenê 01% şansê jiyanê maye."

Serokê Amerîkayê eşkere jî kir ku wî bersiva nû ya Îranê li ser pêşniyara Amerîkayê xwendiye û got: "Ew perçeya gilêşî ya ku wan ji me re şandiye, heta min neqedand jî û min nexwest dema xwe pê ve bikujim. Tiştê ku wan pêşkêş kiriye bi tu awayî nayê qebûlkirin."

Trump bi tundî tekez kir: "Îran nikare bibe xwediya çekê atomî û nabe rê pê bê dayîn. Ew welatekî asayî nîne û ji aliyê komeke kesên ne-aqilmend ve tê birêvebirin."

Navbirî di pareke din a daxuyaniyên xwe de jî got: "Vê desthilata Îranê di dema meh û nîvekê de 42 hezar xwenîşanderên bê çek û bêguneh kuştine. Gelê Îranê xelkekî baş e û dixwaze derkeve ser cadeyan, lê li hember vê desthilatê bêçek e."

Serokê Amerîkayê herwesa di pêngaveke çaverênekirî de ragihand ku ew bi rengekî cidî difikire ku Venezuelayê bike dewleta 51ê ya Amerîkayê. Ev daxuyanî piştî wê yekê tê ku Amerîkayê guhertineke bingehîn di desthilata wî welatî de kiribû.