Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûne sembola berxwedanê bo hemû azadîxwazan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 52emîn salvegera şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê peyamek belav kir û ragihand, wan lehengan ji bo azadî û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirine.
Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Gulana 2026an li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma "X"ê, peyamek bi helkefta salvegera 52emîn a şehîdkirina "Bûka Kurdistanê" Leyla Qasim û çar hevalên wê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya şehîdan û got: "Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê, di pênava azadî û kerameta gelê xwe de bi awayekî wêrek canê xwe feda kirin." Serok Barzanî her weha destnîşan kir, ev şehîd bo hemû azadîxwazên Kurdistanê bûne pêşeng û sembola berxwedanê.
Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî silavên xwe ji bo rihê paqij ê Leyla Qasim, hevalên wê û hemû şehîdên riya azadiyê şandin.
Leyla Qasim di sala 1952an de li bajarê Xaneqînê ji dayik bû. Ew yek ji çalakvanên diyar ên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû. Di destpêka salên 1970î de li Bexdayê dest bi xwendina zanîngehê kir û li wir xebatên xwe yên siyasî û neteweyî bi xurtî domandin.
Di sala 1974an de, Leyla Qasim ligel çar hevalên xwe (Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran) ji aliyê rejîma Beisê ve hatin girtin. Di 12ê Gulana 1974an de, her pênc leheng li Bexdayê hatin bidarvekirin.
Leyla Qasim wekî yekem jina Kurd tê naskirin ku ji ber ramanên siyasî û neteweyî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibe sêdarkirin. Ew heta îro jî di dîroka Kurdistanê de wekî hîm û sembola berxwedana jinên Kurd tê dîtin.