Balyozê Iraqê: Ti koçberên neyasayî yên Kurdistan û Iraqê li Lîbyayê nemane
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Iraqê li Lîbyayê Ehmed Sehaf aşkere kir, proseyên vegerandina welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê yên ku bi rêyên neyasayî ketibûn Lîbyayê bidawî bûne û niha ti koçberekî neyasayî li wî welatî nemaye.
Balyozê Iraqê li Terablusê Ehmed Sehaf îro 12ê Gulana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî lêkolîn û şopandinên bi aliyên fermî yên Lîbyayê re, em dikarin bibêjin ku hemû welatiyên Iraqî û yên Herêma Kurdistanê hatine vegerandin. Di nav du sal û nîvên borî de, me karî 350 koçberên neyasayî vegerînin."
Sehaf tekez kir, ev proseya "vegera bi dildaxwazî" bi hevahengiya xurt a di navbera Balyozxaneya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Lîbyayê de, bi serkeftî hatiye encamdan.
Balyozê Iraqê Ehmed Sehaf bang li malbatan kir ku rê nedin zarokên wan bi rêyên neyasayî koç bikin. Wî destnîşan kir ku ev rê jiyana mirovan dixe metirsiyê û wan bi cezayên yasayî re rûbirû dihêle.
Sehaf herweha hişyarî da ku torên qaçaxçîtiyê û bazirganiya mirovan li ser asta cîhanê wekî tawan tên qebûlkirin û xwediyên van toran dê bi cezayên herî giran re rûbirû bibin.
Di salên borî de, gelek koçberên Iraqî Lîbya wekî xaleke derbasbûnê (tranzît) ji bo gihîştina welatên Ewropayê bikar dianîn. Di vê rêyê de gelek welatî dibûn qurbaniyên torên bazirganên mirovan û li zîndanên Lîbyayê asê diman.