Diyabekir mêvandariya Korbenda Aştî û Azadiya Civakî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Teter, îro Sêşemê (12ê Gulana 2026an) ji bo beşdarbûna di korbenda "Aştî û Azadiya Civakî" de, gihîştin bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi piştevaniya torên navxweyî û navdewletî, vê korbendê li dar dixe. Çalakiyên korbendê ji îro ve dest pê dikin û heta 16ê vê mehê dê berdewam bin. Armanca sereke ya vê civînê, danîna nexşerêyeke hevbeş e ji bo çespandina aştî û pêkvejiyana li herêmê.

Di korbendê de dê li ser wê yekê were gotûbêjkirin, ka mirov çawa dikare aştî û azadiya civakî di hemû warên jiyanê de ava bike; ji asta malbat û taxan bigire heta asta hikûmetên xxwecihî û rêxistinên civaka sivîl.

Di korbendê de gelek kesên akademîsyen, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, saziyên çalakvan û hunermendên herêmî û navneteweyî beşdar dibin û di nav panêlan de ramanên xwe parve dikin.

Mijarên Sereke yên Gotûbêjan

Bernameya korbendê gelek mijarên girîng di nav xwe de dihewîne, hinek ji wan ev in:

- Perwerde, lêkolîn û mafên zarokan.

- Rola ciwan û jinan di civakê de.

- Yasa, mafên mirov û dadwerî.

- Koçberî, ziman, wêje, çand û huner.

- Dîrok, bîrwerî, jîngehparêzî û çandinî.

- Aborî, tenduristî, werzîş û pirsên olî.

Armanca dawî ya van hemû gotûbêjan ew e ku beşdar bigihîjin têgihiştineke hevbeş ji bo çareserkirina nakokiyan û encamên van xebatan wekî raporeke berfireh û gerdûnî pêşkêşî raya giştî bikin.