Hatimogullari: Divê mîkanîzmeke bilez bo destpêkirina pêvajoya aştiyê bê avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tulay Hatimogullari ragihand; di demekê de ku behsa demokrasiyê tê kirin, cezakirina nûnerên hilbijartî yên gel nayê qebûlkirin û daxwaza azadkirina yekser a hemî girtiyên siyasî kir.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tulay Hatimogullari îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) bal kişand ser serdana hefteya borî ya "Dayikên Aşitiyê" ji bo cem partiyên siyasî û pêşkêşkirina "çarikên spî" ji bo serokên partiyan û got: "Ew çarika spî daxwazek e ji bo derxistina qanûna aştiyê di parlamentoyê de. Ew rêya ku ew çarikên spî nîşan didin ji bo vekirina deriyê aştiyê ye."
Hevseroka DEM Partiyê li ser pêvajoya çareseriyê û avakirina diyalogê tekez li ser lezandina pêngavan kir û got: "Hefteya borî me çend pêşniyar ji bo avakirina hinek mîkanîzman pêşkêş kirin, daku pêvajo pêş bikeve. Aliyên din jî daxwaziyên xwe hebûn.”
Hatimogullari herwesa got: “Dibe ku nav û naveroka wê bibe cihê nîqaşê, lê rastiyek heye ku nabe bê înkarkirin; ew jî ew e ku pêdivîtiya me bi mîkanîzmekê heye ku bibe pir û navbeynkar di navbera dezgehên siyasî, alî, karakter û civaka medenî de."
Hevseroka Navborî hişyarî jî da ku nabe dem bê windakirin û ragihand: "Divê ev mîkanîzm bi lez bê avakirin. Ji ber ku hem ji bo çareserkirina vê xetimîna niha û hem jî ji bo rêgirtina li wan pirsgirêkên ku di paşerojê de di pêvajoyê de derdikevin, hebûna mîkanîzmên wiha pir pêdivî ye."
Hatimogullari herwesa tekez li ser azadkirina girtiyên siyasî kir û diyar kir ku cezakirina nûnerên hilbijartî yên gel nayê qebûlkirin û divê yelser bên azadkirin.