Parlamenta Iraqê ji bo bawerîdayîna bi kabîneya nû dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Tê payîn ku sibe 14ê Gulana 2026an, Parlamenta Iraqê ji bo bawerîdayîna bi kabîneya nû ya Serokwezîrê raspardayî Elî Zeydî bicive. Ji bo ku di civînê de pirsgirêka rêjeya yasayî dernekeve, geşta parlamenteran a ji bo Hecê heta piştî dengdanê hat qedexekirin.
Li gorî agahiyan, di civîna sibe de dê deng li ser hemû wezîran neyê dayîn. Dengdana ji bo cîgirên serokwezîr û beşek ji wezîran ji bo piştî Cejnê hatiye paşxistin.
Serkirdeyê di Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê de Muşriq Firêcî ji Kurdistan24ê re diyar kir, armanca civînê ew e ku "50+1"ê kabîneyê dengê baweriyê werbigire, da ku hikûmet bi fermî dest bi kar bike û wezaretên mayî jî dê di qonaxên din de werin temamkirin.
Sekreterê Giştî yê Parlamenta Iraqê Sefwan Gergerî ragihand, ji ber girîngiya civînê, destûr nayê dayîn ku parlamenter ji bo pêkanîna ferza Hecê berê xwe bidin Erebistana Siûdî. Hat zanîn ku bi dehan parlamenteran daxwaza geşta Hecê kiribûn, lê ji bo ku hejmara yasayî ya civînê kêm nebe, ev daxwaz heta piştî dengdana kabîneyê hat rawestandin.
Serokkomarê Iraqê di 27ê Nîsana 2026an de bi fermî Elî Zeydî ji bo avakirina hikûmetê raspardabû. Li gorî destûra Iraqê, serokwezîrê raspardayî di nava 30 rojan de (heta 27ê Gulanê) divê kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.
Sedema serekî ya paşxistina hinek wezaretan, ji bo nakokiyên navbera aliyên "Çarçoveya Hevahengiyê" tê vegerandin. Bi taybetî ku di navbera "Dewleta Yasayê" û "Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê" de li ser postê Wezareta Navxwe rikeberiyeke tund heye, ku ev bû sedem ku kabîne bi temamî neyê pêşkêşkirin.