Diyarbekir.. Korbenda Aştî û Azadiya Civakî bi beşdariya şandeya Herêma Kurdistan dest pê kir
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di Korbenda Aştî û Azadiya Civakî de, bo pêvaoya çareseriyê banga avêtina gavên yasayî hat kirin . Di korbendê de Parêzgarên Hewlêr û Dihokê jî teqez kirin ku Herêma Kurdistanê piştevaniya serketina pêvajoya çareseriyê dike û bal hate kêşan ku Herêma Kurdistanê her dem, di xweşî û nexweşiyê de jî li gel xelkê Bakurê Kurdistanê ye.
Korbenda Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ve tê lidarxistin, li Diyarbekirê dest pê kir. Di vekirina korbendê de peyama Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz, peyama Serokê CHPê Ozgur Ozel û peyama Selahettin Demîrtaş jî hatin xwendin. Her wiha girtiyê berê yê Girtîgeha Îmraliyê Veysî Aktaş jî axaftinek kir û amaje kir ku divê derfeta çareseriyê ji dest newe dan û gavên yasayî werin avêtin. Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan jî amaje kir ku ew piştgiriya aştiyeke mayînde dikin. Amadekarên Korbendê jî anîn zimên ku armanca korbendê ew e ku sudê bide pêvajoya çareseriya pirsa kurd.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Dogan Hatûn ji Kurdistan24ê re got: “Armanca vê korbendê ew e ku sûdê bide pêvajoya ku navbera kurd û tirkan de dest pê kiriye û her wiha ev korbend wek bangekê ye ku bo çareseriya pirsa kurd gavên şênber werin avêtin.”
Di Korbenda Aştî û Azadiya Civakî de parêzgarên Hewlêr û Duhokê Omêd Xoşnav û Elî Teter jî beşdar bun û amaje kirin ku Herêma Kurdistanê bi hemu sazî û dezgehên xwe ve piştgiriya pêvajoya çareseriyê dike û di hemu şert û mercan de li gel xelkê Bakurê Kurdistanê ye.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got: “Dema erdhej çêbû yên ku yekem hatin hewara bakur em bûn. Dema enfalê de bakur bo me deriyên xwe vekir. Serkeftina Amedsporê serkeftina Herêma Kurdistanê ye. Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê, Serokê Hikumetê piştgiriya pêvajoya çareseriyê dikin.”
Korbenda Aştî û Azadiya Civakî dê heta 16ê Gulanê bidome û di korbendê de dê peyamên avêtina gavên yasayî û pêkanîna aştiyeke mayînde derbikevin pêş.