Brîtanya tevlî parastina Tengava Hurmizê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - London hêza xwe dişîne deverê; Brîtanya bi budçeyeke 115 milyon poundî û teknolojiyeke pêşkeftî ya deryayî tevlî hevpeymaniya navdewletî dibe, daku rêyê li ber her gefekê li Tengava Hurmizê bigire.
Hikûmeta Brîtanyayê îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de eşkere kir ku ew dê bi rêya dron, balafirên şer û keştiyên leşkerî tevlî pêvajoya dabînkirina ewlehiya Tengava Hurmizê bibin.
Hikûmeta Brîtanyayê di daxuyaniya xwe de ragihand: "Tevlîbûna me amûrên xwekar ên zîrek ji bo dîtina mînan, balafirên şer ên ji celebê 'Typhoon' û keştiyeke şer vedigire."
Li ser aliyên darayî û teknîkî yên vê erkê, li gorî wê daxuyaniyê: "Ji bo vî erkî, 115 mîlyon pound hatine terxankirin, ku girêdayî dronan e ji bo vedîtina mînan û sîstema rêgirtina li dronan."
Hikûmeta Brîtanyayê tekez li ser wê yekê jî kir ku "ev erkê li Tengava Hurmizê erkeke pirneteweyî ye, xwezayeka berevaniyê heye û cihê baweriyê ye."
Di sala 2026ê de, Rojhilata Navîn di navbera du qonaxên dijber de derbaz dibe; ji aliyekî ve hevrikiya leşkerî ya di navbera Waşinton û Tehranê de gihîştiye asta herî bilind û bûye sedema wêranbûna jêrxaneya leşkerî ya Îranê û girtina rêyên stratejîk ên wekî Tengava Hurmizê, ji aliyekî din ve jî bizavên dîplomatîk ên navdewletî ji bo kêmkirina aloziyan zêde bûne.
Di vê çarçoveyê de, serdana "dîrokî" ya Serokê Amerîkayê ji bo Çînê û navbeynkariya Pakistanê wekî mifteya bidawîanîna şerên herêmî û vekirina deriyên aştiyê tên dîtin, dema ku hêzên navdewletî yên wekî Brîtanyayê jî ji bo parastina aboriya gerdûnî hêza xwe li avên kendavê binecih dikin.