Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Elî Zeydî kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî tevlîbûna di rûniştina parlamentoyê li Bexdayê de, pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Falih Zeydî kir û hêviya serkeftinê di erkên wî de jê re xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) bi merema pişkdarîkirinê di rûniştina bawerîdana bi kabîneya Elî Falih Zeydî de, serdana Bexdayê kir û di hola parlamentoyê de amade bû.
Nêçîrvan Barzanî piştî bidawîbûna wê rûniştinê di peyamekê de li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê ragihand: "Ez bi tevlîbûna xwe ya di rûniştina vê êvarê ya Encûmena Nûnerên Iraqê de dilxweş bûm, ku girêdayî bawerîdana bi Serokê Encûmena Wezîran rêzdar Elî Falih Zeydî bû."
Pîrozbahî û Hêviya Serkeftinê
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de germtirîn pîrozbahî arasteyî Serokwezîrê Iraqê yê nû û kabîneya wî kir. Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Bi vê helkeftê, em germtirîn pîrozbahiyan li cenabê wî û hikûmeta wî dikin û hêviya serkeftinê di bicihanîna erk û berpirsiyarîtiyên wan de ji wan re dixwazin."
Parlamentoya Iraqê îro, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bawerî da karnameya wezarî ya Elî Zeydî û 14 wezîrên kabîneya wî, tevî ku ew rûniştin ji ber hinek aloziyan ji bo demekî hat paşxistin.