Serok Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Elî Falih Zeydî kir, ji ber wergirtina baweriya parlamentoyê û destpêkirina karê wî wekî Serokwezîrê Iraqê yê nû.
Serok Mesûd Barzanî vê êvarê (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Falih Zeydî axivî.
Di wê peywendiyê de, Serok Barzanî ji ber bidestxistina baweriya Encûmena Nûnerên Iraqê û destpêkirina karê wî wekî Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê, pîrozbahî li wî kir.
Serok Barzanî di wê peywendiyê de hêviya serkeftinê di erk û berpirsiyarîtiyên nû de ji bo Serokwezîrê nû yê federal xwest.
Ev peywendiya Serok Barzanî piştî wê yekê tê ku îro Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan karnameya kabîneya Elî Zeydî pejirand û bawerî da 14 wezîrên hikûmeta nû.