Şaxewan Ebdula: Serokatiya Parlamentoyê bêalîtiya xwe ji dest daye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Faksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê rexne li awayê birêveçûna rûniştina bawerîdana bi kabîneya nû girt û ragihand; Serokatiya Parlamentoyê kontrola rûniştina xwe ji dest daye û alîgiriya hinek berbijaran kiriye.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li ser rûniştina îro ya Parlamentoyê diyar kir.
Şaxewan Ebdula ragihand: "Serokatiya Parlamentoyê bêalîtiya xwe ji dest daye, bi rengekî ku nabe dengdana ji bo bawerîdana bi Wezîrê Elektrîkê berî wezaretên giring û sîyadî yên wekî Navxwe û Derve bê pêşxistin."
Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku di dema dengdanê de rengekî neheqiyê hebû û got: "Ew wezîrên ku wan bi xwe xwestiye, navên wan hatine pêşxistin daku deng li ser bên dan."
Berbijarên Hevpeymaniya Ezmê Bi Ser Neketin
Serokê Fraksiyona PDKê bal kişand ser encamên dengdanê û eşkere kir; hemî berbijarên ku ji aliyê Hevpeymaniya "Ezm"ê (ya Suneyan) ve ji bo postan hatibûn diyarkirin, nekarîn baweriya parlementeran û dengên pêdivî bi dest bixin.” Ev yek jî wekî sedema sereke ya hildana aloziyên di navbera pêkhateyan de di rûniştina îro de tê dîtin.