PDK û du aliyên din bi niyaz in gilî li dijî Serokê Parlamenê tomar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî parlamena Iraqê ji fraksiyona PDK’ê ragihand, partiya wan li hember derneçûna berbijarê wan bo Wezareta Avedankirinê xwedî helwesteke tund e û dibe ku li dijî Serokê Parlamenê dozê vekin.

Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parlamena Iraqê Selwan Taha Akreyî, îro Duşemê (18ê Gulana 2026an) ji Kurdistan24ê re ragihand; fraksiyona wan mijara derneçûna Rêbaz Hemlan, berbijarê PDK’ê bo Wezareta Avedankirin û Niştejîkirinê, bi hûrî gotûbêj dike.

Akreyî diyar kir, yek ji bijardeyên wan ên sereke, tomarkirina giliyekê li Dadgeha Bilind a Federalî ye li dijî Serokê Parlamenê Heybet Helbûsî. Akreyî sedema vê yekê wiha rave kir: "Xwendina navê Rêbaz Hemlan û proseya dengdanê tenê heft saniyan dom kir û pir bi lez hate ragihandin ku wî dengên pêwîst bidest nexistine."

Parlamenterê PDK’ê herwiha aşkere kir, heke biryara dadgehê neyê girtin, ew neçar in berbijarê xwe vekişînin û kesekî din diyar bikin. Li gorî gotina wî, Hevpeymaniya Dewleta Yasa (bi serokatiya Nûrî Malîkî) û Hevpeymaniya Azim jî bi niyaz in li ser derneçûna berbijarên xwe, li dijî Serokê Parlamenê gilî tomar bikin.

Di dawiyê de Akreyî destnîşan kir, ji ber betlaneya Cejna Qurbanê û betlaneya yasadanînê ya parlamenê, dibe ku dengdana li ser wezaretên mayî heta meha Tîrmehê were paşxistin. Di 14ê Gulanê de parlamenê bawerî dabû 14 wezîrên kabîneya Serokwezîr Elî Zeydî, lê Wezareta Avedankirinê ya ku para PDK’ê ye, bê wezîr mabû.