Mesrûr Barzanî: Parastina qewareya Herêma Kurdistanê di ser berjewendiyên partîtî re ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 24ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê got: "Erkê me xizmetkirina xelkê me ye."

Mesrûr Barzanî: Her biryareke destûrî cîbicî dikin û ti tiştekî nedestûrî qebûl nakin.

Di bersiva pirsekê de derbarê egera gaveke nedestûrî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, Mesrûr Barzanî bi tundî red kir û diyar kir ku ti gaveke Herêma Kurdistanê li derveyî destûrê nabe.

Derbarê nakokiyên siyasî yên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr tekez kir ku parastina qewareya Herêma Kurdistanê di ser berjewendiyên partîtî re ye.

Got jî: "Em amade ne nakokiyên navxweyî rawestînin, ji ber ku parastina qewareya Herêma Kurdistanê gelekî mezintir e ji destkeftên partîtî yan berjewendiyên partîtî."

Di beşeke din a gotinên xwe de derbarê wan ciwanên ku ji welatên cuda beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan bûne, Mesrûr Barzanî zelal kir ku xizmetkirin erk e. Serokwezîr di vê derbarê de got: "Her navekî deynin, bêguman cihê dilxweşiyê ye ku ez birayê wan bim, ez birayê biçûk ê xelkê Kurdistanê me."

Tê nûkirin..