Serok Barzanî û Parêzgarê Necefê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Gulanê pêşwazî li Parêzgarê Necefê Yûsif Ginawî û endamên Encûmena Parêzgeha Necefê kir.
Di hevdîtinê de, tevî gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Iraqê, bal hate kişandin ser peywendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û parêzgeha Necefê.
Herwiha di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina têkiliyên her du aliyan di warên avedankirin, jîngeh û warên din de hate kirin.