Papayê Vatîkanê rola Herêma Kurdistanê ya di warê parastina Mesîhiyan de bilind nirxand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Gulanê li Vatîkanê ji aliyê Qedaseta Papa Leo XIV ve hat pêşwazîkirin û piştre her du alî li ser çend mijarên giring civiyan.
Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa pêkhateyan li Iraq û Herêma Kurdistanê û tekez kir ku Mesîhî û hemû pêkhateyên olî û neteweyî, parçeyekî resen û danebrayî yê dîrok, çand û nasnameya nîştimanî ya Herêma Kurdistanê ne û bi hev re paşeroja welat ava dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya rola Vatîkanê di belavkirina peyama aştiyê û diyalogê li cîhanê de kir. Herwiha amaje bi serdana dîrokî ya Papayê koçkirî Papa Francis a ji bo Kurdistanê kir û Papa Leo XIV vexwand ku serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Ji aliyê xwe ve, Papayê Vatîkanê kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtinê anî ziman û pesnê çanda lêborîn, pêkvejiyan û hevduqebûlkirina li Herêma Kurdistanê bilind kir. Papa bi taybetî rola Herêma Kurdistanê ya di parastin û hewandina Mesîhî û koçberan de di qonaxên herî dijwar de bilind nirxand.
Di beşeke din a civînê de, her du aliyan guftgo li ser rewşa giştî ya navçeyê kirin û hêviya aştî, aramî û serfiraziyê ji bo tevahiya mirovahiyê xwastin.