Karwanê koçberên Efrînê ji Kobanê bi rê ket: 625 malbat vedigerin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya rêkeftina navbera HSD û Şamê de, karwanekî nû yê koçberên Efrînê ji bajarê Kobanê ber bi herêma Efrînê ve bi rê ket. Ev karwan 625 malbatên ku bi salan bû li Kobaniyê bûn, li xwe digire.
Karwanê koçberên Efrînê yên ku li bajarê Kobanê diman, îro 19ê Gulanê berê xwe da warê bav û kalan, herêma Efrînê. Li gorî zanyariyan, ev karwan ji 625 malbatên ku piştî dagirkirina Efrînê koçberî Kobaniyê bibûn, pêk tê.
Ev pêvajoya vegerê di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileya 2026an de pêk tê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin. Ji wê demê ve, her du alî li ser vegerandina koçberên Efrînê yên li herêmên Cizîr û Kobanê lihev kiribûn.
Heta berî karwanê Kobanê, 5 karwanên din ji deverên cuda yên Cizîrê (Hesekê, Qamişlo û Dêrik) vegeriyane Efrînê. Amarên karwanên berê bi vî rengî ne:
- 9ê Adarê: Karwanê yekem (400 malbat).
- 4ê Nîsanê: Karwanê duyem (200 malbat).
- 14ê Nîsanê: Karwanê sêyem (800 malbat).
- 9ê Gulanê: Karwanê çarem (1200 malbat).
- 10ê Gulanê: Karwanê pêncem ku mezintirîn karwan bû (1300 malbat).