Iraq li ser sînorê bi Sûriyeyê re 300 km dîwarê konkrîtî ava kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, di çarçoveya xurtkirina asayîşa sînoran de, di navbera çar mehên destpêka sala 2026’an de zêdetirî 300 kîlometre dîwarê konkrîtî li ser sînorê Sûriyeyê hatiye avakirin.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Miqdad Mîrî îro 19ê Gulanê di konferanseke rojnamevaniyê de eşkere kir, ji 1ê Çileyê heta 1ê Gulana îsal, gavên pir mezin ji bo parastina sînorê Iraq û Sûriyeyê hatine avêtin. Mîrî destnîşan kir, çêkirina dîwarê konkrîtî bi dirêjahiya 300 kîlometre bi dawî bûye û xebat ji bo kîlometreyên mayî jî berdewam dikin.
Ji bo çavdêriyeke hûr û kûr, 950 kamîrayên termal û 970 sîstemên têlbendî yên nûjen li seranserê sînor ev amûr û sîstem hatine bicîhkirin, bircên nû yên konkrîtî ji bo pasewanên sînor hatine avakirin û xendeqan bi dirêjahiya bi dehan kîlometre hatine kolandin.
Her wiha ji bo baştirkirina mercên jiyana leşkerên li ser sînor, 240 bîrên avê hatine kolan û li wan deverên ku elektrîk lê nîn e, sîstemên enerjiya rojê hatine dabînkirin.
Sînorê navbera Iraq û Sûriyeyê ku nêzîkî 620 kîlometre ye. Piştî sala 2003’an ev sînor bû rêyeke sereke ji bo derbasbûna çekdarên El-Qaîdeyê. Di sala 2014’an de jî ji ber nebûna kontrolê, çekdarên DAIŞ’ê ji Dêrezorê derbasî Iraqê bûn û bajarê Mûsilê û herêmên berfireh dagir kirin.
Iraq bi rêya vî dîwarî û sîstemên çavdêriyê dixwaze sê pirsgirêkên sereke çareser bike:
1- Rêgirtina li terorê: Ji bo ku bermayiyên DAIŞ’ê yên li beyabanên Sûriyeyê nekaribin dize bikin hundirê Iraqê.
2- Têkoşîna li dijî madeyên hişbir: Sûriye di salên dawî de bûye navendeke mezin a hilberîna hebên "Kaptagon", Iraq dixwaze bi vî dîwarî rê li ber qaçaxçitiya vê madeyê bigire.
3- Kontrola tevgera milîsan: Dewlet dixwaze hemû tevgerên leşkerî li ser sînor di bin kontrola wê de bin û grûpên çekdar nekaribin bi daxwaza xwe çek û cebilxaneyan ji sînor derbas bikin.