Kemal Kerkûkî: PDK ji bo aktîvkirina parlemanê amade ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê berê yê Parlemana Kurdistanê, Dr. Kemal Kerkûkî ragihand, Parleman di sîstemên demokratîk de saziya herî bilind a destûrî ye û parastina saziyên siyasî û dayîna baweriyê bi hikûmetê erkê wê yê bingehîn e.
Dr. Kemal Kerkûkî îro 19ê Gulanê ji Kurdistan24ê re behsa krîza siyasî û pekbûna karên parlemantoyê kir. Kerkûkî diyar kir ku her core paşxistinek di karên parlemanê de "tawaneke mezin e" û rexne li wan aliyan girt yên ku rûniştinên parlemanê boykot dikin.
Kerkûkî tekez kir, PDK û fraksiyonên din amade ne erkên xwe yên parlemanteriyê bicih bînin, lê belê rexne li wan parlamenterên ku amade nabin girt û got: "Ew kesên ku nayên nav hola parlemanê, îxaneta li wê sûnda ku bo xizmeta gel û parastina mafan xwarine, kirine. Ew li pêşberî dîrok, xwedê û wijdana gel berpirsiyar in."
Kerkûkî bang li aliyên siyasî kir, eger di daxwazên xwe de rastgo bin, bila werin nav parlemanê, desteya serokatiyê hilbijêrin, komîsyonan çalak bikin û yasayan derxin. Herwiha bi tundî rexne li wan girt ku "tenê di dawiya mehê de mûçeyan werdigirin, bêyî ku berevaniyê di mafê gel de bikin."
Serokê berê yê Parlemanê hişyarî da ku bêyî parlemaneke çalak, Herêma Kurdistanê nikare berevaniyê di mafên xwe yên destûrî de bike.
Derbarê hejmara kursiyan û pêkanîna hikûmetê de, Kerkûkî aşkere kir ku PDK ji bo çalakkirina parlemanê û pêkanîna kabîneya nû amade ye.
Li ser daxwaza YNKê ya ji bo dabeşkirina desthilatê bi şêwazê "50 bi 50", Dr. Kemal Kerkûkî bi zelalî bersiv da û got: "Ew mijareke siyasî ya navbera şandên her du aliyan e. Lê belê di nav parlemanê de tiştek bi navê '50 bi 50' nîne. PDK xwediyê 39 kursiyan e û YNK xwediyê 23 kursiyan e. Aliyên din jî li gorî dengên gel, xwedî kursiyên xwe ne."
Di dawiya axaftina xwe de, Kerkûkî destnîşan kir ku PDK partiyeke xwedî dîrok û rûmet e û her gavên wê di berjewendiya gel de ne. Herwiha tekez kir ku PDK ti carî ne bi rawestandina karên parlemanê re ye, deriyê diyalogê li ber ti kesî negirtiye û ji bo her qonaxekê jî plana wê ya guncav heye ku dê di dema xwe de eşkere bike.