Almanya sîstema Patriot û 150 leşkerî dişîne Tirkiyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Almanya ji bo parastina baskê başûr-rojhilat ê NATO’yê, sîstema berevaniya asmanî ya Patriot û 150 leşkeran dişîne Tirkiyeyê.
Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê Boris Pistorius ragihand, di çarçoveya plana xurtkirina parastina NATO’yê de, ew amadekariya şandina sîstema Patriot û tîmeke leşkerî ya ji 150 kesan pêk tê dikin. Ev hêz dê di destpêka meha Hezîrana 2026’an de bi fermî li Tirkiyeyê dest bi kar bikin û li şûna yekîneyên leşkerî yên Amerîkayê werin bi cih kirin.
Wezîrê Alman destnîşan kir, ev gav nîşana wê ye ku welatê wî ji bo parastina ewlehiya asmanî ya hevpeymaniyê û bilindkirina şiyana parastinê ya li navçeyê, berpirsiyariyeke mezintir digire ser milê xwe.
Tirkiye wekî endameke giring a NATO’yê, bi taybetî ji ber şer û nearamiya li ser sînorên xwe yên başûr, çendîn caran daxwaza sîstemên parastina asmanî ji hevalbendên xwe kiribû. Almanya berê jî di navbera salên 2013 û 2015’an de sîstema Patriot li bajarê Mereşê bicih kiribû.
Ev vegera hêzên Alman di çarçoveya stratejiya nû ya NATO’yê de tê nirxandin. Mebesta vê stratejiyê ew e ku asmanê welatên endam li hemberî her gefeke derve were parastin.