Krîza aborî û kêmbûna xizmetguzariyan, barê xwendekarên Kurd li Şamê giran kiriye

Şam (K24) – Xwendekarên Kurd ên ku li Zanîngeha Şamê dixwînin, ji ber giranbûna lêçûnên jiyanê, bihabûna pirtûkan û kêşeya veguhastinê, di nav rewşeke dijwar de ne. Tevî van hemû astengiyan, xwendekar hewl didin xwendina xwe bi serkeftî bidawî bînin.

Zanîngeha Şamê, ku yek ji navendên herî kevin ên xwendinê li Sûriyê ye, îro ji bo xwendekarên Kurd bûye cihê keda giran û zehmetiyên aborî. Ji ber krîza aborî ya li welat, lêçûnên xwendinê û pêdiviyên rojane barê li ser milê xwendekaran û malbatên wan girantir kiriye.

Xwendekar ji giranbûna nirxê pirtûk û kelûpelên xwendinê bi gilî ne. Piraniya xwendekaran neçar in lêçûnên xwe kêm bikin, da ku karibin pirtûkên xwe peyda bikin û debara xwe bikin. Bihabûna kirêya xaniyan û xizmetguzariyên giştî li paytextê, zexteke mezin a derûnî li ser xwendekaran çêdike.

Xwendekarê beşa bijîşkî Diyar Murad, ku ev pênc sal in li Şamê ye, diyar dike ku ew bi gelek astengiyan re rû bi rû ne. Murad dibêje: "Ji lêçûnên veguhastinê bigire heta kirêya xaniyan û pirtûkan, her tişt pir biha bûye. Ev rewş barê malbatên me jî giran dike."

Yek ji pirsgirêkên sereke yên xwendekarên Kurd, veguhastina di navbera bajarên wan (wek Qamişlo û deverên din ên Rojava) û Şamê de ye. Rêya dûr û lêçûnên bilind ên rêwîtiyê, xwendekaran dixe tengasiyê. Herwiha, xwendekar balê dikşînin ser qerebalixiya holên xwendinê û nebûna xizmetguzariyên pêwîst di hundirê kampusa zanîngehê de.

Xwendekarekî din ê bijîşkî, Diyar Osman, bal kişand ser asta perwerdehiyê û got: "Zehmetiya herî mezin mijara veguhastinê ye. Ez bixwe sê saetan di rê de dimînim. Her wiha, minhacê me li vir pir giran e; heke mirov bi zanîngehên din re bide ber hev, hîn mezintir û giran e. Gelek hevalên me ji ber lêçûn û mesrefên zêde di rewşeke pir giran de ne."

Xwendekar Mihemed Hesen jî dibêje: "Zehmetiyên me gelek in. Ya herî giring, çûn û hatina di navbera Şam û Qamişlo de ye; gelekî bi dest me nakeve û zehmet e. Alîkariya zanîngehê jî nîn e, mînak di mijara otobusan de pirsgirêkên me hene. Mesref pir giran bûne, ders pir in û xwendin zehmet e."

Tevî van şert û mercên nebaş û zextên derûnî, xwendekarên Kurd li Şamê bi biryardarî xebatên xwe berdewam dikin. Ew hêvî dikin ku di paşerojê de şert û mercên xwendinê baştir bibin û derfetên wekhev ji bo hemûyan werin peydakirin.