Parêzgarê Necefê: Dixwazin sûdê ji ezmûna pêşkeftî ya Hewlêrê werbigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Necefê Yûsif Ginawî ragihand, armanca serdana wan a bo Herêma Kurdistanê, sûdwergirtin ji ezmûna serkeftî û pêşkeftina mezin a Hewlêrê ye, daku di warê xizmetguzarî û binesaziyê de ezmûna Herêmê bibin parêzgeha Necefê.
Parêzgarê Necefê Yûsif Ginawî îro 19ê Gulanê di konferansekî rojnamevanî de li bajarê Hewlêrê hûrgiliyên serdana xwe û şanda ligel xwe eşkere kirin. Ginawî diyar kir, serdana wan ji bo wan gelek giring e û di vê çarçoveyê de wan civînên giring ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê û berpirsên şaredariyê pêk anîne.
Ginawî destnîşan kir ku Hewlêr di van salên dawî de gavên pir mezin avêtine û got: "Em dixwazin ji ezmûna serkeftî ya Hewlêrê sûd werbigirin, bi taybetî di warên elektrîk, av û xizmetguzariyên giştî de. Hewlêr di rûbirûbûna hişkesalî û dabînkirina elektrîka berdewam de gelek serkeftî bûye, em jî dixwazin van ezmûnan bibin parêzgeha Necefê."
Derbarê têkiliyên dualî de, Parêzgarê Necefê bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên navbera Hewlêr û Necefê û aşkere kir, wan ligel Parêzgarê Hewlêrê li ser hevahengiya zêdetir gotûbêj kirine, bi taybetî di warê hêsankariya bo geştiyarên olî yên ku ji Herêma Kurdistanê serdana cihên pîroz li Necefê dikin.
Di heman demê de, Ginawî bal kişand ser giringiya geştên asmanî û ragihand ku ew dixwazin xeta asmanî ya di navbera her du firokxaneyên Hewlêr û Necefê de bihêztir bikin.
Di dawiya axaftina xwe de, Yûsif Ginawî got: "Em bang li veberhênerên Herêma Kurdistanê dikin ku werin li Necefê veberhênanê bikin. Necef hewceyî wê şarezayî û ezmûna pêşketî ye ku îro li Hewlêrê tê dîtin."