Tesnîm: Amerîkayê bersiva pêşniyara Îranê daye
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa "Tesnîm"ê ya Îranî eşkere kir ku Amerîkayê bi rêya Pakistanê tekisteke nû ya pêşniyaran wekî bersiv bo plana 14 xalî ya Tehranê daye destê Îranê. Hevdem navbeynkarên Pakistanî bo nêzîkkirina dîtinên rayên her du aliyan di bizaveke zêde de ne, di demekê de ku dever di bin xetera serhildana şerekî nû de ye.
Ajansa nûçeyan a "Tesnîm"ê ya Îranî îro (Çarşem, 20ê Gulana 2026ê) ji zarê çavkaniyeke nêzîkî tîma danûstandinan a Îranê eşkere kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi rêya navbeynkariya Pakistanê, tekisteke nû ya pêşniyarên xwe bo Tehranê şandiye, ev jî wekî bersivekê bo pêşniyara 14 xalî ya Îranê.
Li gorî zanyarên Tesnîmê, sê rojan piştî ku Îranê tekista pêşniyarên xwe ya 14 xalî ji Waşintonê re şand, aliyê Amerîkayî careke din bi rêya balyoz û nûnerên Pakistanê tekisteke nû ji Tehranê re şandiye.
Wê çavkaniyê eşkere jî kir ku niha aliyê Îranî mijûlî hûrbînî vekolana wê teksita nû yê Amerîkayê ye û heta niha tu bersiveke fermî nedaye. Hevdem, navbeynkarên Pakistanî li Tehranê di nav bizaveke zêde de ne, daku xalên ku di navbera her du tekistan de (pêşniyara Îranê û bersiva Amerîkayê) duberekî li ser heye ji hev nêzîk bikin.
Tevî van lihevguhertinên tekistan, çavkaniya Îranî tekez jî kir ku hîn tu lihevkirineke dawiyê nîne û tu pirs nehatine yekalîkirin. Ev pêşveçûn di demekê de ye ku dever li ber îhtîmala destpêkirina êrîşên serbazî ye, eger alî li ser dosyeya atomî, ewlehiya keştîvaniyê û cezayan negihîjin hevfêmkirinê.