Trump: Dibe ku em neçar bin tundtir êrîşî Îranê bikin

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê hişyarî da ku dibe welatê wî neçar bibe ku derbeke tundtir û girantir li Îranê bixe. Donald Trump ragihand ku Waşintonê bi rengekî kiryarkî kontrola rewşa Îran û Venezuelayê kiriye û di van her du şeran de tenê 13 serbaz ji dest dane.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 20ê Gulana 2026ê) berî ku berê xwe bide wîlayeta Konektîkatê bi merema pêşkêşkirina gotarekê li Akademiya Pasewanên Sînor, çend daxuyanî li ser şerê Îranê, peywendiyên ligel Îsraîlê û rewşa aborî ya welatê xwe bo rojnamevanan pêşkêş kirin.

Trump amaje bi wê yekê kir ku herçend ew hez dike kêmtir xelk bê kuştin, lê hişyarî da û got: "Dibe ku em neçar bin ku lêdaneke mezin a tundtir li Îranê bidin. Ez hîn piştrast nînim, lê hûn dê di demeke nêzîk de bizanin." Wî destnîşan jî kir ku Îran niha "wêran bûye", xelkê wê ji ber xirabiya rewşa jiyanê pir hêrsbûyî ye û rewşa navxweyî ber bi aloziyeke zêdetir ve diçe.

Serokê Amerîkayê pesna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da û ragihand: "Ew mirovekî pir baş e û serokwezîrê dema cengê ye." Trump bi şanazî ve behsa asta cemaweriya xwe ya li nav Îsraîlê kir û got: "Li gorî rapirsiyan, 99% xelkê Îsraîlê piştgiriya min dikin. Ez dikarim li wê derê xwe bo posta serokwezîriyê jî kandin bikim û dê bi ser bikevim."

Trump bal kişand ser zirarên kêm ên artêşa Amerîkayê di serdema wî de û diyar kir ku welatê wî di du şerên mezin de (Îran û Venezuela) tenê 13 kes ji dest dane, di demekê de ku eger serokekî din ba "dê 100 hezar kes daban kuştin." Tekez jî kir ku wan niha bi rengekî kiryarkî Îran û Venezuela kontrol kirine.

Trump di derheqa civîna lûtkeyê ya di navbera Serokê Çînê û Serokê Rûsyayê de jî ragihand: "Ew tiştekî baş e, peywendiyên min ligel wan her duyan baş in." Di dawiya axaftina xwe de jî, Serokê Amerîkayê êrîşî sîstema dengdanê ya wîlayeta Kalîforniyayê kir û îddîa kir ku di hilbijartinên wê wîlayetê de "sextekarî" tê kirin, nexwe wî dê li wê derê jî bi hêsanî serkeftin bi dest bixista.