Dem Partî: Bo serkeftina pêvajoya aştiyê dema kiryarê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkara Fraksiyona Dem Partiyê ragihand ku ji bo derbazbûna ji astengiyên li pêşberî pêvajoya aştiyê, divê parlamen û hikûmet bêyî derengketinê rola xwe bilîzin û tekez jî kir ku "pêdivîtiya aştiyê bi qanûnê heye."
Birîkara Fraksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Gülüstan Kılıç Koçyiğit îro (Çarşem, 20ê Gulana 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de li Parlamena Tirkiyeyê pêşhatên herî dawiyê yên girêdayî pêvajoyê aştî û çareseriyê berçav kirin.
"Bizavên Ocalan û Pêngavên Bahçeli Giring in"
Koçyiğit amaje bi wê yekê jî kir ku pêşvebirina vê pêvajoyê daxwazeke hevpar a raya giştî ye û ragihand: "Pêşniyar û pêngavên konkrîtî yên Dewlet Bahçeli bo pêşvebirina pêvajoyê pir giring in. Hevdem daxuyaniyên aliyê bicihanînê (hikûmetê) li ser rehendên qanûnî yên vê pêvajoyê hêvîbexş in."
Birîkara Fraksiyona Dem Partiyê tekez jî kir: “Ji bo ku ev pêvajo bigihîje encamê, Ocalan û hemî aliyên peywendîdar bizaveke rastîn dikin. Niha dema wê yekê ye ku hikûmet û parlamen bi hev re bên nav vê pêvajoyê û astengiyan rakin."
"Pêdivîtiya Aştiyê bi Qanûnê Heye"
Koçyiğit diyar kir ku pêdivîtiya qonaxa duyê ya vê pêvajoyê bi pêngavên qanûnî heye û nabe ev pirs bê piştguhxistin. Herwisa got: "Raporta lîjneya parlamenê nexşerêyeke zelal e bo pêngavên qanûnî û bo me hemîyan pabendker e, ji ber ku me hemî aliyan li ser wê îmze kiriye. Divê bi lez mekanîzmeke çavdêrî û şopandinê bo vê pêvajoyê vê damezrandin."
Birîkara navborî destnîşan jî kir: “Ji bo ku pêvajoyê siyasî pêngavên kiryarkî biavêje, divê parlamen û hikûmet dest bi amadekirina jêrxaneya qanûnî bikin.” Herwisa got: "Niha dema karkirinê ye, ne tenê axaftinê."
Ev daxuyaniyên Dem Partiyê wekî qonaxeke nû ya siyasî tên, piştî ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê di nav du salên borî de pêngavên dîrokî avêtin; ku ji pêşniyara Serokê MHPê Dewlet Bahçeli ya dawiya sala 2024ê û peyama Abdullah Ocalan a ji zîndana Îmraliyê dest pê kir, û piştre di sala 2025ê de gihîşt ragihandina agirbestê, biryara Kongreya 12ê ya PKKê bo xwehilweşandinê û bidawîanîna bi xebata çekdarî, û herwisa merasîma sûtandina çekan ji aliyê KCKê ve li devera Dukanê; lewma niha Dem Partî tekez dike ku piştî pûçkirina aliyê serbazî, dor gihîştiye parlamen û hikûmetê daku qonaxa duyê ya aştiyê di rêya avakirina jêrxaneyeke qanûnî de misoger bikin.