Rubio: Nîşanên erênî bo lihevkirina ligel Îranê hene
“Şandeke bilind a Pakistanê bo navbeynkariya Amerîka û Îranê digihîje Tehranê”
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê behsa pêşveçûn û hebûna "nîşanên erênî" bo gihîştina bi lihevkirinekê ligel Îranê dike; hevdem çavê Waşintonê li encamên navbeynkariya şanda bilind a leşkerî ya Pakistanê ye, ku bigihîje Tehranê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan ragihand: "Îro şandeke bilind a dewleta Pakistanê geştê ber bi Tehranê ve dike, û niha çend nîşanên erênî bo gihîştina bi lihevkirinekê ligel Îranê li pêş in."
Rubio li ser pirsa Tengava Hurmizê jî hişyarî da û got: "Sepandina sîstema standina bacê li Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve gihîştina bi lihevkirineke dîplomatîk mistehîl dike, ji ber ku tu welatek di cîhanê de piştgiriya wê yekê nake ku Tehran di wê tengavê de bacan werbigire."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez jî kir ku welatê wî hemî bizavên dîplomatîk dike daku ligel Îranê bigihîjin lihevkirineke giştgir û di vî warî de pêşveçûnên baş jî bi dest xistine. Eşkere jî kir ku Donald Trump gihîştina bi lihevkirina ligel Îranê baş dibîne û bijardeya wê ya xwestî ye, lê hevdem haydarî jî da ku “bijardeya serbazî hîn jî li ser maseyê ye."
Di pareke din a daxuyaniyên xwe de, Rubio tûrebûn û bêhêvîtiya Waşintonê li hember helwesta Hevpeymaniya Bakurê Atlantîk (NATO) nîşan da û ragihand: "Mûşekên balîstîk ên Îranê li ser Ewropayê gefên rasterast in, lewma diviyabû NATO tevlî operasyonên me yên serbazî yên li dijî Îranê bûbe."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi gileyî got: "NATO red dike her tiştê ku Amerîka daxwaz dike bike. Ew di vî şerî de li kêleka me ranewestiyan û Serok Trump ji ber vê helwestê hest bi bêhêvîbûneke mezin dike."
Ev pêşveçûnên dîplomatîk di demekê de ne ku Tehran li benda Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr e, wekî parek ji wê navbeynkariya ku Îslamabad serokatiya wê dike. Niha Tehran mijûlî nîqaşkirina nivîsara Amerîkayê ye, bo bidawîanîna vî şerê ku ji 28ê Sibata 2026ê ve hatiye destpêkirin.