Çarçoveya Hevahengiyê bo dîtina çareseriyekê bo Heşda Şeibî bizavê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê di nav danûstandinên vedîtina çareseriyekê bo paşeroja desteya Heşda Şeibî û komên çekdar ên Iraqê de ye, û bo vê meremê jî du pêşniyarên serekî ketine pêşiya serkirdeyên Şîe.
Endamê Hevpeymaniya Fetihê Mehmûd Heyanî îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Çarçoveya Hevahengiyê di civînên xwe de danûstandin li ser avakirina wezareteke nû ya ewlehiyê bi navê 'Wezareta Ewlehiya Sîyadî ya Federal' kiriye, daku Heşda Şeibî û komên çekdar di nav wê wezaretê de bên tîkelkirin."
Heyanî eşkere jî kir ku ew mijar heta niha jî di çarçoveya danûstandinan de ye û negihîştiye qonaxa dawiyê; herwisa diyar kir ku Polîsên Federal jî dê bibin parek ji wê wezareta nû.
Ji aliyekî din ve jî, Endamê Tevgera Hîkmeyê Elî Fehed ji K24ê re ragihand: "Wezareteke nû nayê avakirin, belkî pêşniyarek hatiye kirin ku li şûna Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar, 'Desteya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê' bê avakirin; ji ber ku Serokwezîrê nû Elî Zeydî şarezayiyeke wisa mezin di karûbar û biryarên serbazî de nîne."
Fehed herwesa got ku Heşda Şeibî dê wekî xwe bimîne, lê di wê pêşniyarê de hatiye ku ew komên çekdar ên ku tevlî hikûmetê nebûne ji desteya fermî ya Heşda Şeibî bên cudakirin.
Desteya Heşda Şeibî ji 73 komên çekdar pêk tê; ku 85% çekdarên wê Şîe ne, 15% Sune û pêkhateyên din in, lê 100% fermandarên wê yên serekî Şîe ne. Hejmara giştî ya çekdarên wê digihîje 238 hezar kesan û budceya wan a salane ji 2 milyar û 500 milyon dolarên Amerîkayî zêdetir e.
Ji ber ku gelek ji wan komên çekdar di nav lîsteya cezayên Amerîkayê de ne û pareke serekî ya Çarçoveya Hevahengiyê ne; şertê yekê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî hilweşandin komên çekdar û Heşda Şeibî bûye. Ev zexta Waşintonê ji ber wê yekê ye ku parek ji wan koman ji aliyê Artêşa Pasdaran a Îranê ve hatiye avakirin û biryarên xwe rasterast ji Fermandarê Feyleqê Qudsê ya girêdayî Artêşa Pasdaran werdigirin.