Serok Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li Koşka Serokatiya Hikûmetê li Bexdayê civiyan.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di civînê de Mesrûr Barzanî tekezî li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike, ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hemberî Bexdayê bicih anîne, lewma divê di berdêla vê de, mafên wê yên destûrî bêyî astengî werin dabînkirin.
Herwiha di civînê de kêşeyên sereke yên di navbera her du hikûmetan de tên gotûbêjkirin. Mijareke din a giring a rojevê, proseya temamkirina kabîneya Serokwezîr Alî Zeydî ye; ji ber ku hîn 9 wezîrên hikûmeta wî dengê baweriyê ji parlamenê wernegirtine û kabîne nehatiye temamkirin.
Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê wê du rojan berdewam bike. Di vê çarçoveyê de Mesrûr Barzanî wê bi gelek serkirde û berpirsên payebilind ên Iraqê re bicive:
- Di roja yekem de: Serokwezîr bi Heybet Helbûsî, Fayeq Zêdan, Musenna Sameraî, Mihemmed Helbûsî, Hadî Amirî, Heyder Ebadî, Falih Feyaz û Ehmed Esedî re dicive.
- Di roja duyem de: Hevdîtinên li gel Xemîs Xencer, Qasim Arecî, Mihemed Şiya Sûdanî, Nûrî Malikî, Qeys Xezelî, Adil Ebdulmehdî, Humam Hemûdî, Esed Îdanî û Eyad Elawî di bernameyê de ne.
Ji bilî mijarên navxweyî, di van hevdîtinan de wê rewşa navçeyê û geşedanên dawî yên siyasî werin nirxandin. Ev serdana Mesrûr Barzanî wekî nîşaneya "niyazpakiyê" ya Herêma Kurdistanê tê dîtin da ku hemû pirsgirêkên heyî li ser bingeha destûrê û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.