Stratejiya Kabîneya Nehem di çespandina mafên destûrî de
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji sala 2019’an û vir ve, Kabîneya 9’emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî, nêzîkatiyeke nû û çalak a dîplomatîk li gel Bexdayê dimeşîne. Ev stratejiya nîştimanî ku di 6 xalên bingehîn ên destûrî de tê kurtkirin, armanc dike ku şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê mîsoger bike û hevbeşiyeke rastîn di birêvebirina dewletê de ava bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya serdanên xwe yên fermî û meydanî yên ji bo Bexdayê, giranî daye ser çespandina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê. Ev tevgera dîplomatîk bû sedema îmzekirina gelek peymanên giring li ser wan dosyayan ku bi salan bû sedema nakokiyan; di nav wan de diyarkirina para Herêmê di budçeyê de bi rêjeya %12.67, îmzekirina peymana stratejîk a neftê û hewildanên ji bo destpêkirina hinardekirina neftê.
Serdemeke nû di peywendiyan de
Kabîneya 9’emîn di van salên dawî de serdemeke nû di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de daye destpêkirin ku li ser bingehên "hevbeşiya avaker" û "rêzgirtina li destûrê" hatiye avakirin. Hikûmetê di vê qonaxê de ne tenê li ser aliyê darayî, lê di heman demê de li ser parastina berjewendiyên hevbeş ên wekî ewlehî û bazirganiyê jî kar kiriye, da ku bi rêya diyalogê dawî li pirsgirêkên demdirêj were anîn.
6 xalên stratejîk ên Herêma Kurdistanê
Stratejiya Kabîneya 9’emîn di peywendiyên li gel Hikûmeta Federal de li ser van 6 xalên bingehîn ên destûrî ava dibe:
1- Budçeya Salane: Mîsogerkirina pareke dadperwer, şifaf û cîgir ji samanên welat ji bo Herêma Kurdistanê.
2- Petrol û Gaz: Cîbicîkirina madeyek 111 û 112 ên destûrê bi mebesta parastina mafên Herêmê û bilindkirina asta veberhênanê.
3- Hevahengiya Ewlehiyê: Çespandina pêgeha Pêşmerge di pergala berevaniya Iraqê de û rûbirûbûna hevbeş a gefên ewlehiyê.
4- Navçeyên Kurdistaniyan: Pêdagirî li ser cîbicîkirina madeya 140 û xurtkirina hemahengiya îdarî û ewlehiyê li wan navçeyan.
5- Hevsengiya Siyasî: Pabendbûn bi prensîbên hevbeşiya rastîn, lihevkirina nîştimanî û hevsengiya destûrî.
6- Qerebûkirin: Cîbicîkirina madeya 132 ya destûrê ji bo wergirtina mafên yasayî yên malbatên şehîdan û qurbaniyên Anfalê.
Ev nêzîkatiya nû ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî, hewildaneke berdewam e da ku Herêma Kurdistanê wekî hevbeşekî bi bandor û xwedî pêgeheke destûrî di nav Iraqê de bimîne. Di vê çarçoveyê de parastina jiyana welatiyan, dabînkirina şayisteyên darayî û aramiya Herêmê di serê karnameya hikûmetê de ne.