Fuad Husên ji Araqçî re: Ez bi hêviya bidawîhatina şer im
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û hevhatayê wî yê Îranî Abbas Araqçî, pêşketinên dawî yên danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de nirxandin. Iraqê careke din tekez kir ku ew li benda bidawîkirina şer û vegera aramiya herêmê ne.
Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Derve ya Iraqê, îro 23ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand, Wezîrê Derve Fuad Husên peywendiyeke telefonî ji Abbas Araqçî wergirtiye. Di destpêka peywendiyê de, Araqçî pîrozbahiya dubare destbikarbûna wezaretê li Fuad Husên kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Wezîrê Derve yê Îranê, Fuad Husên ji hûrguliyên gera dawî ya danûstandinên li gel Amerîkayê agahdar kiriye. Araqçî bal kişand ser wan pêşketinên ku di qonaxa dawî de hatine bidestxistin û hêviya encameke erênî anî ziman.
Her du wezîran di peywendiyê de rola navbeynkariyê ya Pakistanê bilind nirxandin û piştgiriya xwe ji bo xebatên vî welatî nîşan dan. Her wiha hat destnîşankirin ku beşdariya Qeterê di vê qonaxê de ji bo serxistina proseyê, girîng û stratejîk e.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, spasiya hevtayê xwe yê Îranî kir û kêfxweşiya xwe li ser geşedanên erênî yên di danûstandinan de anî ziman.
Husên bal kişand ser rewşa rageşiya leşkerî û wiha got: "Pêdivî ye ku di zûtirîn dem de operasyonên leşkerî yên li Tengava Hurmizê bidawî bibin. Em daxwaz dikin ku kar bên kirin, da ku dorpêça li ser Îranê were rakirin û rê li ber aramiya aborî were vekirin."
Fuad Husên di dawiya axaftina xwe de hêvî xwast ku di nêz de nûçeyên "dawîhatina şer" bibihîsin, da ku jiyana asayî û aramî vegere bo hemû gelên navçeyê.