Bexdayê mûçeyê meha Gulanê yê fermanberên Herêma Kurdistanê şand

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Herêma Kurdistanê dahata xwe ya naneftî radest kir, Wezareta Darayî ya Iraqê tamwîla mûçeyê meha Gulanê yê fermanberên Herêmê xist ser hesabê Wezareta Darayî ya Kurdistanê.

Jêderekî ji Wezareta Darayî ya Iraqê îro 25ê  Gulanê ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, wezareta wan tamwîla mûçeyê meha Gulanê yê fermanberên Herêma Kurdistanê bi fermî şandiye.

Li gorî zanyariyan, ev tamwîla hatiye xistin ser hesabê bankî yê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li liqê Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.

Her îro jî, Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihandibû, wan 50 milyar dînar wek dahata naneftî ya meha Gulanê bi awayekî "kaş" radestî Bexdayê kiriye. 

Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî duh bi fermî ferman û nûnivîsa xerckirina mûçeyên meha Gulanê îmze kiribû. Sarî diyar kiribû ku mûçe dê beriya Cejna Qurbanê bigihin destê fermanberên Herêma Kurdistanê.

Şandina mûçeyan di demekê de ye ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya dawî ya bo Bexdayê de, di civînên ligel berpirsên pilebilind de tekez kiribû ku divê mûçe ji kêşeyên siyasî bêne dûrxistin û wek mafê rewa yê fermanberan bêne şandin.