Endamekî Heşdî Şeibî di teqînekê de hat kuştin û sê çekdarên din jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Heşdî Şeibî ragihand, li kerta operasyonên Selahedînê, di encama teqîna guleyeke hewanê de çekdarekî wan jiyana xwe ji dest daye û sê çekdarên din jî birîndar bûne.

Desteya Heşdî Şeibî îro 25ê Gulana 2026an, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku çekdarê bi navê Sitar Cebar Ebadî, li sînorê parêzgeha Selahedînê hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyan, bûyer di dema paqijkirina binkeyeke serbazî de çêbûye. Hate ragihandin ku çekdarên Heşdî Şeibî li binkeyeke hevbeş a ligel artêşa Iraqê, dema mijûlî paqijkirina derdora bircên çavdêriyê û şewitandina giyayên hişk bûn, guleyeke hewanê ya ku ji berê de li wir mabû teqiyaye.

Di encama teqînê de, çekdarê bi navê Sitar Cebar Ebadî jiyana xwe ji dest da û sê çekdarên din jî birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya yek ji birîndaran giran e, ji ber ku perçeyên guleyê li serê wî ketiye.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser bûyerê lêkolîn dan destpêkirin û birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.