Hişyariya lezgîn: Asta ava Firatê bilind dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Rewşên Awarte ya Sûriyeyê hişyarî da niştecihên li ser peravên Çemê Firatê ku asta avê dê zêdetirî 2 metreyan bilind bibe û daxwaz kir ku tedbîrên herî tund ên xweparastinê werin girtin.

Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raêd Salih, îro 26ê Gulanê bang li welatiyên parêzgehên Heleb, Reqa û Dêrezorê kir ku li hemberî bilindbûna asta ava Çemê Firatê hişyar bin.

Li gorî zanyariyên ji Saziya Giştî ya Bendava Firatê û Dezgeha Hişyariya Pêşwext, tê pêşbînîkirin ku di demeke nêz de asta çem zêdetirî du metreyan bilind bibe.

Wezareta Enerjiyê ragihand, ji ber zêdebûna ava ku diherike nav bendavê, sê deriyên valakirina avê hatine vekirin. Ev pêngav di nav 30 salên dawî de cara yekem e ku bi vî rengî tê avêtin. Hate diyarkirin ku rêjeya herikîna avê gihiştiye 1500 metre sêcar di çirkeyê de.

Salih li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) ragihand, tîmên Parastina Sivîl (Kumên Spî) di rewşa amadebaşiya tam de ne. Wezîr daxwaz ji welatiyan kir ku van xalan li ber çav bigirin:

- Bilez ji navçê û derdora çem dûr bikevin.

- Mal û dikanên li nêzîkî çem û li cihên nizim bilez vala bikin.

- Zarokan biparêzin û nehêlin nêzîkî avê bibin.

- Heywan, amûr û traktorên çandiniyê bibin cihên bilind û ewle.

- Tu carî kelek û pirên axî (yên demkî) bikar neynin.

Tîmên Parastina Sivîl a Sûriyeyê (Kumên Spî) jî ragihand, ew ji bo her rewşeke awarte ya lehiyê amade ne û dê bi berdewamî zanyariyên nû bi gel re parve bikin.