Trump derbarê uranyuma pîtandî de pêşniyarekê pêşkêşî Îranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza radestkirina bilez a uranyuma pîtandî ya Îranê kir, da ku bê jinavbirin. Trump diyar kir ku ev yek mercê sereke yê gihiştina peymana dawî ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" peyameke nû arasteyî berpirsên Îranê kir û tê de destnîşan kir ku divê uranyuma pîtandî, ya ku wî wekî "toza atomî" pênase kir, bi zûtirîn dem radestî Amerîkayê bê kirin, da ku ji bo jinavbirinê bê veguhastin.
Serokê Amerîkayê wekî bijardeyeke din pêşniyar kir ku bi hevahengiya navneteweyî û ligel Komara Îslamî ya Îranê, ev uranyum li hundirê Îranê yan li her cihekî guncav ê din bê jinavbirin. Trump tekez kir, divê Ajansa Navneteweyî ya Vejena Atomî (IAEA) yan jî saziyeke wekî bibe şahid û çavdêrê vê proseyê.
Ev peyama Trump di demekê de tê ku çavên cîhanê li îmzekirina peymana dawî ya navbera Amerîka û Îranê ne. Tê çaverêkirin ku di nav çend rojan de ji bo dawîanîna bi şer û nakokiyên atomî peymaneke fermî bê îmzekirin.
Beriya niha berpirsên Pakistanê, ku di navbera her du welatan de navbeynkariyê dikin, ragihandibûn ku astenga sereke ya li pêşiya rêkeftinê, dosyeya uranyuma pîtandî ye. Îran heta niha red dikir ku dest ji vê uranyumê berde, lê Amerîka li ser jinavbirina wê rijd e da ku rê li ber çêkirina çekên atomî bê girtin.