Ferîd Azad ji leşkeran re dibêje: Ez leşkeriyê nakim
Diyarbekir (K24) - Berdevkê Tevgera Vejînê Ferîd Azad vîdyoya ku tê de bi leşkeran re dikeve nîqaşê belav kir, ku tê de Ferîd Azad bi Kurdî dibêje: Ez îmze naavêjim belgeya leşkeriyê. Leşker jî dibêjin: “ji ber ku te leşkerî nekiriye, divê tu îmzeyê biavêjî belgeya fermî.”
Ji aliyê Berdevkê Tevgera Vejînê Ferîd Azad ve vîdyoyek hat belavkirin. Di wê vîdyoyê de, dema Ferîd Azad ji Diyarbekirê ber bi Mûşê ve diçê, di rêyê de ji aliyê leşkeran ve tê rawestandin.
Leşker ji Ferîd Azad re dibêjin: Ji ber ku te leşkerî nekiriye, divê tu îmzeyê biavêje belgeya fermî. Ferîd Azad jî red dike ku îmzeyê biavêje. Leşker ji Ferîd Azad re dibêjin: Eger tu îmzeyê neavêjî, em dê te desteser bikin.
Ferîd Azad jî bi awayekî berdewam bi zimanê Kurdî diaxive û îmzeyê naavêje. Leşker jî her çiqas dibêjn ew ku Kurdî nizanin jî, Ferîd Azad axaftina xwe bi kurdî didomîne. Li dawiyê jî Ferîd Azad li ser rêya xwe berdewam dike.