Helîkoptereke Amerîkayê li nêzî Tengava Hurmizê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya New York Timesê ji zarê çavkaniyên agahdar ragihand, helîkoptereke Apache ya Amerîkayê li nêzî Tengava Hurmizê ketiye. Tê diyarkirin ku her du pîlotên tîma firokeyê bi silametî hatine rizgarkirin û lêkolînên li ser rûdanê dest pê kirine.
Sedema rûdanê hîna nehatiye zelalkirin. Nayê zanîn ka firoke ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye xistin an ji ber kêşeyeke mekanîkî ketiye. Lêkolînên li ser vê bûyera nû ya li herêmê di asta herî bilind de berdewam dikin.
Ji destpêka "Şerê 28ê Sibatê" ve, Îranê nêzîkî 30 dronên MQ-9 Reaper xistine xwarê. Ketina vê Apacheyê wekî "xaleke werçerxanê" tê dîtin; ji ber ku ev yekem helîkoptera êrîşber a bi vî rengî ye ku di vê pevçûnê de ketiye.
Apacheyên bi mûşekên Hellfire biçekkirî, ji bo parastina rêgehên avî û bersivdayîna êrîşan tên bikaranîn. Li ser fermana navendî, firokeyên Amerîkayê zêdetir nêzîkî avên Îranê dibin, daku fişara leşkerî ya li ser Tehranê di vê qonaxê de zêdetir bikin.