Li Sengawê 40 gund ji projeya nû ya rêyan sûdmend dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nahiyeya Sengawê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, bi lêçûna zêdetirî du milyar dînarî hejmarek projeyên stratejîk ên rêyên serekî û gundan hatin temamkirin û ketin xizmetê.

Wezareta Avadankirin û Niştecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 26’ê Tîrmeha 2026’an ragihand, çendîn projeyên giring ên rê û piran li sînorê nahiyeya Sengawê bi dawî bûne. Di nav van projeyan de ya herî stratejîk rêya navbera Sengaw û Derbendîxanê ye ku bandoreke rasterast li ser hatûçûna herêmê dike.

Hûrguliyên projeyên hatine vekirin:

- Rêya Sengaw - Derbendîxan:

Ev rêya ku 18 kîlometre dirêj e, di çar qonaxan de hat temamkirin. Budçeya projeyê milyarek û 600 mîlyon dînar e û ji aliyê Rêveberiya Çakkirin û Parastina Rêyên Çemçemalê ve hatiye cîbicîkirin. Ev rê dê hatûçûna navbera Sengaw û Derbendîxanê hêsantir bike û zêdetirî 40 gundên li ser wê rêyê dê jê sûd werbigirin.

- Rêya navenda Sengawê û gundê Qelay Şêx Reşîd:

Ev proje bi dirêjiya 2.8 kîlometre hat qîrkirin. Lêçûna vê rêyê zêdetirî 440 mîlyon dînar e û di çarçoveya hewildanên hikûmetê de ye ji bo avadankirina gund û nahiyeyan.

- Rêya gundê Karêzey Delo:

Projeyeke din a giring rêya gundê Karêzey Delo ye ku nêzîkî du kîlometre dirêj e. Ev proje bi budçeya 207 mîlyon dînarî û di bin çavdêriya Rêveberiya Rêyên Silêmaniyê de hat cîbicîkirin.