Ahmet Davutoglu: Ezmûna Serok Barzanî Herêma Kurdistanê ji agirê şer parast

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Serokê Partiya Paşerojê (Gelecek Partisi) Ahmet Davutoglu roja 9ê Hezîrana 2026an di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala "Kurdistan24ê" ku Jîno Mihemed pêşkêş dikir, ronahî xist ser serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê, encamên hevdîtinên xwe yên bi serkirdayetiya siyasî ya Herêmê re û nêrîna xwe ya derbarê hevkêşeyên siyasî û ewlehiyê yên herêmê de.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Dewleta Tirkiyeyê di herêmeke jeopolîtîk a giring û bêhempa de ye ku her sê parzemînên Asya, Ewropa û Afrîkayê bi hev ve girê dide û bandoreke wê ya temam li ser guhertinên siyasî, aborî û herêmî heye, bi taybetî li ser Rojhilata Navîn. Tirkiye zêdetirî 35 sal in mijûlî çareserkirina pirsa Kurd e, lê belê heta niha ev pirs nehatiye çareserkirin. Ger pirsa Kurd û pêvajoya aştiyê bê çareserkirin, ev yek dê hêm ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo herêmê pir baş be. Birêz Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê ku bi spasî ve ji bo cara yekem di stodyoya Kurdistan24ê de amade ye, ez xêrhatineke germ lê dikim.

Ahmet Davutoglu: Sax bin, ez pir spasiya we dikim. Bi rêya ekrana Kurdistan24ê silavan li hemû birayên xwe yên li Kurdistanê dikim. Hatina min a vir mîna wê yekê ye ku ez hatibim mala xwe, ez pir kêfxweş im ku bi we re me. Spas ji bo wê pêşwaziya germ a ku we di stodyoya Kurdistan24ê de li min kir û we ev derfet da min ku ez li vir spasiya hemû birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê bikim.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Ez jî pir kêfxweş im ku em careke din bi hev re li ser mijarên giring û rojane gotûbêj dikin. Îro li Kurdistanê û li Hewlêra paytext, civînên we yên giring bi Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hebûn. Di civînan de we behsa çi kir?

Ahmet Davutoglu: Beriya her tiştî, ez spasiya birayê xwe yê hêja Mesrûr Barzanî û hevalê min ê 20 salan û yê pir bi qîmet Serok Barzanî dikim ku em di demên herî dijwar de mil bi milê hev sekinîne; wan pêşwaziyeke pir ciwan li min kir. Bêguman ez di nava du salên borî de çar caran hatime Hewlêr, Silêmanî û Dihokê da ku beşdarî çend forumên cuda bibim. Her carê ku ez hatime, geşedanên li cîhanê hên bi lez bûn ku pêwîstî pê hebû em di gelek mijaran de şêwir û rawêjê bikin; me ji dema ku me plan kiribû hên dirêjtir behsa mijaran kir. Min civîneke du saetan bi Mesrûr Barzanî re û civîneke saet û nîvekê bi Serok Barzanî re pêk anî. Beriya her tiştî, em nirxandineke giştî li ser mijarên girêdayî rewşa cîhanê, Rojhilata Navîn û herêmê dikin. Piştre em behsa têkiliyên Tirkiye û Iraqê û têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê dikin. Gelek mijarên me yên hevpar hene ku divê em yek bi yek wan binirxînin. Piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê, gelek tişt guherîn. Min nêrîn û analîzên xwe yên derbarê van êrişan de pêşkêş kirin û di heman demê de me behsa bandora şer li ser navçeyê kir. Di vê çarçoveyê de me têkiliyên Kurdistan û Tirkiyeyê, Iraq û Tirkiyeyê gotûbêj kirin û me nêrîn û ramanên pevguhertin.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Di wî şerî de we rewşa Herêma Kurdistanê çawa nirxand; gelo Herêma Kurdistanê karî di wî şerî de bêalî bimîne?

Ahmet Davutoglu: Min ev mijar hem di civînên xwe yên bi birêz Mesrûr Barzanî û Serok Barzanî re, hem jî li Silêmaniyê di hevdîtinên bi Bafil Talebanî û Qubad Talebanî re anî ziman. Beriya her tiştî, siyaseta Herêma Kurdistanê siyaseteke gelekî di cih de û rast e. Mixabin, di şerên ku li navçeyê qewimîne de, Herêma Kurdistanê zêdetirîn êş û azar kişandiye; wek mînak Helebce ku tê de êşên herî mezin hatin dîtin. Ji şerê Îran û Iraqê û vir ve, gelê Kurd bacên herî giran dane. Ji bo ku careke din heman bac neyên dayîn, ev siyaseta ku niha tê meşandin gelekî rast e.

Min behsa birêz Serok Barzanî kir; Serok Barzanî şerê 1991ê dît, şerê 2003yan dît, piştre şerê DAIŞê derket pêş. Ger em li boriyê binêrin, Serok Barzanî piştî dagirkirina Kuweytê û vir ve, yekane siyasetmedarê aktîf e ku hîn di jiyanê de ye. Wek mînak, serkirdeyên herî navdar ên navçeyê yên wekî Husnî Mubarek li Misrê, Şah Husên li Urdinê, Yasir Erefat li Filîstînê û Hafiz Esed li Sûriyeyê, wan hemûyan koça dawî kirine. Nirxandina ezmûna Serok Barzanî ku di nava van hemû şerên navçeyê de, karî Herêma Kurdistana Iraqê biparêze û dûr bixe, biryareke gelekî rast bû. Wî nehişt ku ti kes Kurdên Iraqê wekî amûrekê bên bikaranîn.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Yanî bi baweriya we, Serok Barzanî di dema vê şerî de biryareke hekîmane da?

Ahmet Davutoglu: Bêguman. Daxuyaniyên Trump ên derbarê dayîna çekan bo Kurdan û beşdarbûna di şer de, bûbûn sedema nîgeraniyê. Îro birêz Serok Barzanî jî behsa vê yekê kir; divê Kurd nebin amûrê stratejiya ti aliyekî. Di boriyê de, di vê mijarê de bacên giran hatine dayîn. Ez siyaseta Serok Barzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên wekî siyaseteke hekîmane dibînim. Pêwîst e Kurd nebin beşek ji wî şerî û ne jî ti şerên din ên di paşerojê de.

Ez di her serdana xwe ya bo Hewlêrê de dibînim ku ew bajar hên zêdetir pêş ketiye û modern bûye. Hewlêra beriya 20-25 salan bînin bîra xwe. Gelo faktora sereke ya vê geşepêdana Hewlêrê çi ye? Wek mînak, par ez çûm Mûsilê, mixabin Mûsil wekî Hewlêrê pêş neketibû. Kerkûk jî bi heman awayî, tevî ku çavkaniyên wê yên petrolê hene, pêş neketiye. Silêmanî ber bi pêşketinê ve diçe, lê mirov nikare wê bi Hewlêrê re bide ber hev ku niha yek ji dewlemendtirîn bajarên Rojhilata Navîn e. Sedema vê hemûyê çi ye? Birêz Serok Barzanî û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyeyê, dûrî şer, siyaseteke vejîna aborî meşandin. Aboriya Tirkiyeyê alikariya Hewlêrê kir û di jîngeheke aram de geşedana aborî pêk hat. Ji bo ku ev ezmûn careke din dubare bibe, divê bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê ji şer dûr bikevin. Ez careke din pîrozbahiyê li Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî dikim.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Gelo Herêma Kurdistanê û bi taybetî Hewlêr, hîn jî ji bo Tirkiyeyê dost û cîranên nêzîk ên hev in?

Ahmet Davutoglu: Bêguman, ew ji cîranan jî wêdetir in. Ez dema serdana vir dikim, xwe wekî cîranekî nabînim; ez xwe wekî "Ahmet Hewlêrî" didim nasîn. Ez zû bi zû têm Hewlêrê, ev bajar mîna bajarê me ye. Hûn jî wekî cîranekî serdana Stenbolê nakin; ew der bajarê we ye. Em bi sedsalan bi hev re jiyan. Rast e, divê em rêzê li sînorên hev bigirin, lê belê em ji hev dûr nîn in. Di zimanê tirkî de peyva "Irak" tê wateya "dûr". Min her dem gotiye ku Iraq ji me re nêzîk e, ne dûr e. Kurdên li Herêma Kurdistanê jî pêkhateya herî nêzîk a me ne. Lewma hem hevalbendekî stratejîk e hem jî di warê çandî de têkeliyeke me ya pir baş bi hev re heye.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Birêz Davutoglu, hûn endezyarê siyaseta "vebûnê" bûn, hem ber bi Kurdan ve hem jî ber bi cîhana derve ve. Tirkiyeyê çi sûd ji vê vebûnê dît?

Ahmet Davutoglu: Helbet, heta roja ku min pirtûka "Kûrahiya Stratejîk" (Stratejik Derinlik) nivîsî, siyaseta derve ya Tirkiyeyê tenê xwedî yek arasteyê bû. Di serdema Şerê Sar de, Tirkiye tenê wekî baskekî NATOyê dihat dîtin û hemû siyaseta me ya derve li dijî Yekîtiya Sovyetê şêwe girtibû. Wê demê siyaseta derve ya Tirkiyeyê li ser sê bingehan hatibû avakirin: Yekem gefa Sovyetê, duyem pirsgirêka Qibrisê û sêyem jî pirsgirêka Kurd.

Ez li dijî vê sekinîm û got ku Tirkiye ne tenê welatekî li baskê NATOyê ye; Tirkiye navenda welatên Asya û Ewropayê ye. Gava em ji vê rewangehê ve lê dinêrin, em welatekî Rojhilata Navîn, Balkan, Asya û Afrîkayê ne. Dema ez ser-rawêjkar bûm, di dema şerê Iraqê de min xwest ez peywendiyê bi xelkê vir re bikim. Wê çaxê kêm kesan kurdî û erebî dizanî. Min got ev ne rast e û min dîplomatên me han dan ku kurdî û erebî hîn bibin. Piştî demekê, Tirkiye di gelek mijarên nakok ên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kete ser xetê. Li Libnanê me krîza serokkomariyê çareser kir. Yanê Tirkiyeyê, welatên herêmê wekî "gef" nedît, me bi çavê "pirsgirêk çawa çareser dibin" li wan nêrî. Mîna ya li Hewlêrê, bi rêya hevkariya aborî me hewl da aştî bê avakirin. Gava hevkariya aborî hebe, aştî jî dibe.

Min di vê çarçoveyê de çar xal pêşniyar kirin: Yekem, pêkanîna civînên asta bilind. Duyem, pişta xwe spartina aboriyê; îro aboriya Tirkiyeyê li ser asta Rojhilata Navîn bihêz e û bi her kesî re danûstandina wê ya bazirganî heye. Sêyem, têkiliya çandî; min li Hewlêrê dît ku gelek ciwan bi tirkî dipeyivin, dibe ku ji malbatên xwe yan jî ji dramayan hîn bûbin. Ji ber hezkirina xwe, ji min re dibêjin "Kaka Ahmet". Berevajî wê jî, tirk êdî zimanê kurdî wekî zimanekî biyanî nabînin. Em ji bo danîna sîstemekê li herêmê, bûn karakterên sereke.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Hûn ezmûna Herêma Kurdistanê ya di warê dayîna mafên netewe û olên cuda de çawa dibînin? Ev ezmûna ku di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de heye, em dikarin çawa zêdetir veguhêzin ku sûd lê bê girtin?

Ahmet Davutoglu: Ez vê ezmûnê rast dibînim. Bi taybetî piştî ku ez bûm wezîrê derve, me peywendiyeke pir baş bi Herêma Kurdistanê re ava kir. Pêkhateya Tirkmen her dem tekez dikin ku ew pir asûde ne, bi taybetî piştî qonaxa başbûna têkiliyên bi Herêmê re. Karbidestên Kurd, Tirkmenan wekî gef nabînin. Li Hewlêrê Kurd, Tirkmen û Ereb bi hev re dijîn. Kerkûk jî bi heman awayî ye. Li Tirkiyeyê jî wisa ye; li parêzgeha Konyayê di hin navçeyan de kurd û tirk bi hev re dijîn. Lewma gava Tirkmenek li Kerkûkê dibe parêzgar, atmosfereke pir rast hatiye avakirin. Ev yek ku piştî sed salî Tirkmenek bû parêzgar, bi erênî hat pêşwazîkirin.

Kerkûk Iraqeke biçûk e; ez her dem vê dibêjim. Iraq Rojhilata Navîn e ku hatiye biçûkkirin; her ziman, ol û neteweyê ku li Iraqê hebe, li Kerkûkê jî heye. Li Kerkûkê Kurd, Ereb, Tirkmen û Krîstiyan hene. Lewma em piştgiriya her gaveke ku di wê arasteyê de bê avêtin dikin.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Tevî ku niha Tirkmen di sîstema hikumranî û biryardanê ya Herêma Kurdistanê de beşdar in, lê ji bo min giring e bizanim gava birêz Davutoglu tê Herêma Kurdistanê û bi wan re dicive, gelo ti daxwaz an têbîniyeke wan li ser siyaset û birêvebirina Herêma Kurdistanê heye?

Ahmet Davutoglu: Di boriyê de belê hebûn, lê piştî ku peywendiyên me hên baştir bûn, ne tenê gilî û gazindên wan nîn in, berevajî vê pir asûde û spaskezar in. Birêz Aydin Marûf, Wezîrê Herêmê yê bo Karûbarên Pêkhateyan ku ez kirim mêvanê xwe, ji her tiştî razî ye. Gava Tirkmen bi vê radeyê asûde û spaskezar bin, ev di berjewendiya her kesî de ye. Em di wê baweriyê de ne ku her dema gilî û gazindekî wan hebe jî, dikarin bigihînin û Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dê çareser bikin. Ew kîşeyên ku beriya 15-20 salan hebûn, hemû derbas bûn.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Hem Kurd hem jî Tirkiye, dê çi ji serkeftina pêvajoya aştiyê bi dest bixin?

Ahmet Davutoglu: Her du alî jî dê gelek tiştan bi dest bixin û qazanc bikin. Îro dema ez bi Serok Barzanî re civiyam, wî got ku îsal baraneke baş bariye û her der şên û kesk e. Min jî got belê rast e, li cem me jî îsal baraneke baş hebû. Min jê re got ku ez zarokê çiyê me û li zincîreçiyayên Torosê ji dayik bûme; ez dixwazim çiyayên we bibînim û lê bigerim. Wî jî ji min re got "Em ê li Barzanê pêşwaziya we bikin û hûn dikarin li vir bêhna xwe vedin".

Ez di wê baweriyê de me ku eger teror bidawî bibe, mîna devera Barzan xelk dê bikaribin li her derê hatûçûnê bikin û ew der dê ji bo xelkê bibe cihê aramiyê. Li Qendîlê bi sedan gund hene ku di bin kontrola PKKê de ne. Pêwîst e ew hemû gund vegerin bo civakê. Bi serkeftina pêvajoya aştiyê, ew gund dê vegerin jiyana xwe ya asayî. Ez tiştekî ji we re bibêjim; her kesê ku bi Tirkiyeyê re bibe cîran û peywendiyên wî baş bin, dê bibe serkeftî û qazancê bike; mînak Hewlêr. Ma hûn dizanin çima em naxwazin ziyan bigihîje Hewlêrê? Mijar ne tenê ew e ku em ji Kurdan pir hez dikin. Di heman demê de hejmareke mezin a veberhênanên welatiyên Tirkiyeyê li wir hene û Hewlêrê jî sûd ji van veberhênanan wergirtiye. Bifikirin ger aştiyeke giştî pêk bê, wê çaxê ew ciwanî û pêşketin dê derbasî Silêmanî û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê jî bibe.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Birêz Davutoglu, yanî qazanc dualî ye yan yekalî?

Ahmet Davutoglu: Qazanc bêguman dualî ye. Binêre, qazancê yekalî temenê wî ne dirêj e û piştî demekê ji nav diçe. Lewma tiştê ku heye dualî ye. Wek mînak, ez dikarim ji we re bibêjim çima Hewlêr ji parêzgehên din ên Iraqê pêşketîtir e? Çunkî Hewlêr di vê peywendiya ku bi Tirkiyeyê re heye, qazanc dike. Eger heman şert û merc ji bo Mûsilê jî bihatana afirandin û rê bihata dayîn ku hêza aborî û bazirganî ya Tirkiyeyê bikeve wê parêzgehê, Mûsil jî dê geş bibûya. Hêza herî giring a Tirkiyeyê, hinardekirina bextewerî û xweiyê ye; lewma di vê rewşê de her du alî jî serkeftî ne.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: We behsa Iraqê kir, de werin em li ser Iraqê biaxivin. Niha Iraq di qonaxa avakirina hikûmeta nû de ye, nêrîna we li ser Serokwezîrê Iraqê çi ye?

Ahmet Davutoglu: Min di boriyê de bi hemû serkirdeyên Iraqê re kar kiriye. Serokwezîrê niha, ango Elî Zeydî, di pêvajoya siyasî ya Iraqê de nû ye. Tiştê ku me wekî helwesta yekem jê dît, ew e ku ew ne kesekî tayîfeger û mezhebperest e; lewma bandoreke erênî li ser me hişt. Min bi rêya nameyekê û bi navbeynkariya balyozxaneya me, serkeftin ji Elî Zeydî re xwest. Divê her kes bawer bike ku li Iraqê qonaxeke nû dest pê kiriye. Niha piştî şer, divê Iraq rêyeke rast û durist ji bo arasteya xwe diyar bike. Tenê xala neyînî û kêmasiya ku niha heye, bêparkirina Tirkmenan e ji kabîneya nû ya Iraqê. Ez hêvîdar im ev kêmasî bê sererastkirin, çunkî divê nûnerên hemû pêkhateyan di kabîneya nû de hebin. Lê bi şertekî; divê em dersê ji pirsgirêkên borî wergirin û em xwe teslîmî cudakariya tayîfî û mezhebgeriyê nekin.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Gelo ev şert, pêşniyarek e ji bo bidawîkirina krîza siyasî ya li Iraqê yan şertê Tirkiyeyê ye?

Ahmet Davutoglu: Erkê min a fermî nîne, lê belê yên ku niha di hikûmetê de ne, ew kes in ku me di boriyê de bi hev re kar kiriye. Lewma ez nikarim li ser navê hikûmetê biaxivim, lê ez vê dizanim ku her kes li Tirkiyeyê Iraqeke geşbûyî, dewlemend û yekgirtî dixwaze. Di heman demê de, hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê jî roleke "pirê" di navbera Bexda û Enqereyê de bilîze û rê li ber Tirkiyeyê veke ji bo veberhênan û geşepêdanê.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: We behsa têkiliyan kir; ez dixwazim bipirsim, Hewlêr û Bexda xwedî çendîn pirsgirêkan in, li vir divê rola Tirkiyeyê çi be?

Ahmet Davutoglu: Îro min ev mijar li gel birêz Serok Barzanî û Kaka Mesrûr gotûbêj kir. Tirkiye dikare gelek tiştan bike. Me di boriyê de jî kiriye; her dema ku pirsgirêk hebûne, me hewl daye wan çareser bikin. Îro jî heman derfet li pêşiya me ye û ger daxwaz jê bê kirin, Tirkiye dê ji destê wê çi bê hên zêdetir bike. Divê her kes vê bizanibe; cudahiya qonaxa borî û ya niha ev e: Em dixwazin nûneratiya Kurdan li Bexdayê pir bihêz be. Ger Kurd li Bexdayê bihêz bin, ev di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Em dixwazin Kurd li Bexdayê bandordar bin. Çima? Çunkî Herêma Kurdistanê cîrana me ya sereke ye û ew rêya ku me û Bexdayê bi hev ve girê dide, di Herêma Kurdistanê re derbas dibe.

Dema ku ez wek şêwirmend di Wezareta Derve de bûm, hinek kes li Tirkiyeyê aciz bûn ku Celal Talebanî wekî Kurdek bûye serokkomar. Lê ez ne wisa bûm; min bawer dikir ku ger Kurd, Ereb, Tirkmen û pêkhateyên din li ser Kurdekî wekî serokkomar li hev kiribin, ev ne gef e li ser Tirkiyeyê, berevajî vê xaleke erênî ye. Bandora Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê ji bo me pir giring e. Wekî min got, birêz Serok Barzanî xwedî kesayetiya rêberiyê ye û xwedî ezmûn e. Divê ev hîkmet û serkirdayetî bandorê li ser Bexdayê jî bike. Dema em li serkirdeyên li Bexdayê dinêrin, ti serkirde bi qasî Serok Barzanî xwedî ezmûn nîn e. Birêz Nûrî Malikî maye, lê hîn ezmûna wî jî ne bi qasî ya Serok Barzanî ye; paşxaneya siyasî ya Barzanî vedigere beriya 40-50 salan.

Lewma em dixwazin birêz Barzanî li Bexdayê bandordar be, di heman demê de em dixwazin Yekîtî (YNK) jî bandordar be. Ez li vir dixwazim peyamekê bidim aliyan: Wekî dostekî vê herêmê, daxwaz dikim ku di zûtirîn dem de pirsgirêka avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê bê çareserkirin û hikûmet bê avakirin. Daxwaz dikim ku cudahiya nêrînan a di navbera PDK û YNKê de bê çareserkirin û li Bexdayê bi hev re bihêz bin. Her wiha pêşniyar dikim ku li Bexdayê bi hevahengî kar bikin, da ku Kurd bi baştirîn awayî bên nûneratîkirin. Ev hevkêşe dê bibe sedema qazancê her kesî. Serok Barzanî jî ji bo vê armancê xwedî wê ezmûnê ye ku bibe rê nîşandêr.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Her di çarçoveya pirsên li ser Iraqê de, ez dixwazim pirsekê derbarê çekdanîna komên çekdar de ji we bikim. Niha komên çekdar ne razî ne ku çekên xwe deynin. Mijara çekdanînê û kombûna çekan di destê dewletê de, dê çi bandorê bike?

Ahmet Davutoglu: Bi baweriya min, ev mijar dê bibe pirsa sereke ya qonaxa pêşerojê. Di Foruma Silêmaniyê de jî min amaje pê kir; di welatekî de divê tenê artêşek hebe, da ku tevlîhevî û aloziyên navxweyî dernekevin. Li vir pêgeha Pêşmerge cuda ye, çunkî Pêşmerge li ser bingeha destûrê hatiye avakirin; ew ne alternatîfê artêşa Iraqê ye, lê belê temamkerê wê ye. Komên milîs ew kom in ku zincîra fermanê tê de nîne. Gava artêşek hebe, nabe hêzên milîs hebin. Ger sûda wan hebe, divê di zûtirîn dem de tevli nava artêşê bibin, an na divê werin belavkirin û çekên xwe deynin. Ev gav dê bibe sedema geşepêdana aborî jî, çunkî aborî hewceyî ewlehî û yasayê ye.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Ez dixwazim vegerim ser mijarên navxweyî yên Tirkiyeyê. Di siyaseta niha ya Tirkiyeyê de çi zêde ye û çi kêm e?

Ahmet Davutoglu: Tirkiye xwedî siyaseteke dînamîk e. Di çarçoveya mercên demokratîk de, siyaset li Tirkiyeyê pir bi lez diguhere. Di van çend rojên borî de, nakokiyên navxweyî yên partiya sereke ya opozîsyonê (CHP) di rojevê de ne. Di demeke wiha de, ez li gel wê yekê me ku divê Tirkiye giringiyê bide azadiya ramanê, azadiya ziman, azadiya nêrînê û azadiya medyayê. Her wiha divê em bi tundî rûbirûyî gendeliyê bibin ku ev pirsgirêkeke giring a Tirkiyeyê ye. Her kî gendeliyê bike, divê hesab jê bê xwestin. Di heman demê de, bi nêzîkbûna hilbijartinan re, divê xalên lawaz ên sîstema nû ya serokkomariyê bên rakirin. Siyaset li Tirkiyeyê dînamîk e û di rojên pêş de dê gelek tiştên nû biqewimin.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Helwesta we li ser pirsgirêkên navxweyî yên CHPê çi ye?

Ahmet Davutoglu: Îro jî mijarên navxweyî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) rojeva sereke ya welatê me bû. Ez biryara betalkirina kongreya CHPê wekî biryarekê rast nabînim. Çunkî li Tirkiyeyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) xwedî biryara dawî ye. Dema hilbijartin çêdibe, demeke diyarkirî bo îtirazan tê danîn; gava ew dem bi dawî bû, kongre tê pesendkirin û encama dawî tê ragihandin. Piştî pejirandinê du sal derbas bûne û niha biryara betalkirinê hatiye dayîn; ev ne rast e. Di rewşeke wiha de ti kes bi yasa û rêzikan bawer nake. Lewma ez li dijî wê biryarê sekinîm. Piştî vê biryarê, CHP bûye du beş. Divê ew rûnên û pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin, çunkî hewcehiya me bi opozîsyoneke wisa heye ku bikaribe bi awayekî saxlem çavdêriya desthilatê bike.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Çima tu her dem piştgiriya opozîsyonê dikî?

Ahmet Davutoglu: Ez piştgirê rastiyan im. Bi salan ez serokê AK Partiyê bûm, di heman demê de serokwezîr bûm. Di hilbijartinekê de me wekî AK Partî rêjeya herî bilind a dangan bi dest xist ku ev yek di dîroka demokrasiya Tirkiyeyê de cara yekem bû qewimî. Lewma ez li gel serkeftina AK Partiyê me jî, çunkî min di boriyê de bi her kesê wan re kar kiriye; ji birêz Serokkomar bigire heta yên din.

Lê belê, eger niha Tirkiye bûbe xwediyê rêjeya herî bilind a enflasyonê, ger nirxê lîreyê tirkî daketibe û ji bo wê pereyekî zêde tê xerckirin, ger di warê pîşesazî û çandiniyê de astengî hebin, bêkarî gihîştibe asteke pir bilind û gendelî zêde bûbe, wekî serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê berpirsyariya min heye ku ez li ser vê yekê biaxivim. Nabe ez li hemberî van tiştan bêdeng bimînim. Her kes dizane ku min siyaseteke paqij û zelal meşandiye. Dibe ku di nêrînên me de cudahî hebin, lê ti kesî guman nekiriye ku min dewlet bi neşefafî bi rê ve biriye. Niha jî erkê min a li hemberî gelê min ev e ku ez rastiyan bibêjim, çi desthilat be çi jî opozîsyon. Rexneyên min li ser CHPê jî hene; mixabin di şaredariyên wan de gendelî hatiye kirin û min ev yek bi awayekî zelal û eşkere gotiye. Lewma rastî, duristî, şefafiyet û azadî li ku derê be, ez li wir im. Gava ciwanên me welatê me biterikînin, divê ez bipirsim çima diçin. Opozîsyonbûna min li dijî bêkarî û gendeliyê ye. Ez li dijî her tiştî me ku dibe sedema bêhêvîbûna ciwanan.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Demeke dirêj e behsa guhertina destûra (makeqanûn) Tirkiyeyê tê kirin. Helwesta we li hemberî vê daxwazê çi ye? Eger destûr hat guhertin, divê çi tê de bê guhertin?

Ahmet Davutoglu: Mijara guhertina destûrê herî kêm 25 sal in tê axaftin. Destûra sala 1982an ji aliyê leşkeran ve hatiye nivîsandin û em her dem li dijî wê bûn. Di heman demê de, nabe tu her dem behsa guhertina destûrê bikî û tu gavekê neavêjî; ev tiştekî metirsîdar e. Li gel vê yekê, divê mirov pabendî destûra ku niha heye be. Eger tu pabendî destûra niha bî, wê çaxê tu dikarî destûreke nû binivîsî. Eger tu her dem behsa guhertinê bikî û tiştekî nekî, ev tê wê wateyê ku tu tenê dixwazî rojeva welat biguherînî. Ez li gel wê yekê me ku destûreke taybet li ser bingeha maf û azadiyên mirovan bê nivîsandin û xwe ji her cûre cudakariya fikrî, mezhebî û etnîkî biparêze. Ez alîgir im ku destûr pabendî prensîbên bingehîn ên mirovahiyê be û di heman demê de xalên lawaz ên sîstema nû ya serokkomariyê çareser bike. Eger ev bên kirin, ez piştgiriya nivîsandina destûrê dikim.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Yanî tu li gel guhertina destûrî yî?

Ahmet Davutoglu: Belê bêguman. Lê belê giring e em bizanibin ew destûr dê çawa be. Çunkî guhertina destûrê ya sala 2018an encamên erênî neda; Tirkiye bû welatekî tekrew û bandora parlamentoyê kêm bû. Lewma divê destûrek bê nivîsandin ku hemû xalên lawaz bide aliyekî.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: We gelek behsa dostaniya Kurdan kir û we amaje bi wê yekê da ku dema serdana Hewlêrê dikin, hûn xwe wekî "Ahmet Hewlêrî" didin nasîn. Ez dixwazim bizanim di nava partiya we de, hejmara Kurdan di asta serkirdayetî û organên partiyê de çawa ye?

Ahmet Davutoglu: Hejmareke mezin a welatiyên Kurd di partiya me de hene; di nava parlamenterên me de jî hene. Di nava me de cudahiya neteweyî nîne. Yanî ne mîna Iraqê ye ku her pêkhateyek xwedî partiyeke cuda be. Di kevneşopiya siyasî ya Tirkiyeyê de, di nava her partiyekê de Kurd û hemû pêkhateyên din hene. Her kes dizane ku nasnavê min li Tirkiyeyê "Serok Ahmet" e. Ez bi eslê xwe Tirkmen im, lê belê hemû Kurd ji min hez dikin, çunkî min li dijî astengiyên li pêşiya zimanê kurdî têkoşîn daye û min her dem piştgiriya mafên Kurdan kiriye. Me gelek forum û civînên giring li ser vê mijarê li dar xistin; ev ji bo min mijareke prensîbî ye. Gava em hatin Herêma Kurdistanê, min xwe ji navê "Herêma Kurdistanê" venedişart. Lewma di nava partiya me de jî helwesta me ya derbarê pirsa Kurd de zelal e. Em di wê baweriyê de ne ku divê zimanê kurdî di hemû qadên civakê de bê bikaranîn. Divê sîstema qeyûman nebe, çunkî ew sîstem nûneratiya Kurdan di saziyan de ji nav dibe. Di heman demê de, divê rêz li kesên ku bi hilbijartinan tên ser kar bê girtin û mafên çandî ji pêkhateyan re bên dayîn. Lewma peyrewa navxwe ya partiya me ya sala 2019an, peyrewaxweya herî pêşverû ye.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Ez dixwazim pirsekê dûrî siyasetê bikim. Tu kesekî nêzîkî Kurdan î û ji psîkolojiya wan têdigihî. Carinan tê gotin ku "Kurd ji ber ku hevalên çiyê ne, şerxwaz in"; gelo bi rastî Kurd wisa ne?

Ahmet Davutoglu: Eger kesekî Ehmedê Xanî xwendibe, nabêje Kurd xwedî reftareke şerxwaz in. Eger kesekî helbestên Feqiyê Teyran xwendibin, ji nermî û şirîniya ziman û edebiyata kurdî têdigihe. Ez jî zarokê çiyê me; tirkmenên herêma me jî xelkê çiyê ne. Li cem me tê gotin ku xelkê çiyê "ava wan tîr e" û ew bi xwe jî merd in. Belê, em wekî xelkê çiyê nêrînên xwe pir bi zelalî û aşkere tînin ziman. Eger mebesta me nîqaş û pevçûn be, em xwe jê venadin; eger mebesta me lihevhatin be jî, em zû li hev tên. Yanî helwest û reftarên me zelal in. Lê belê ev nayê wateya tundî û şerxwaziyê. Herêma Cizîrê ya îro, di dîroka mirovahiyê de xwedî paşxaneya herî kevn e. Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Mewlana Xalidê Bexdadî hemû ji wan herêman in. Lewma her kesê ku ji Kurdan re bibêje "tund û şerxwaz in", ew tênegihîştine Kurdan; lê her kesê ku ji Kurdan re bibêje "merd in", wî Kurd pir baş nas kirine.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Yanî wêrekiya Kurdan wekî tundûtûjî tê nîşandan, wisa ye?

Ahmet Davutoglu: Belê, ev mijarek e ku bi têgihiştinê ve girêdayî ye. Ji bo tirkmenên Konyayê jî heman tişt tê gotin. Gava tu ji wan fam dikî, wê çaxê tu hîs dikî ku ew çiqasî dilnazik in. Kesekî ku stranên folklorî dibêje û govendê digire, tu yê çawa dikarî xerabî û tundûtûjiyê jê hêvî bikî? Kesekî ku ji te re dibêje "rojbaş" û bi rûyekî bi ken e, nabe tu tundûtûjiyê jê hêvî bikî.

Pêşkêşkara Kurdistan24ê: Peyama te ya dawî çi ye?

Ahmet Davutoglu: Ez hezkirin û silavên xwe pêşkêşî hemû bînerên Kurdistan24ê yên li Herêma Kurdistanê û yên li derveyî welat dikim. Ez spasiya we dikim, we pirsên pir baş kirin. Ez hêvîdar im ku em hevdîtina din bi zimanê kurdî bikin.