Partiyên Kurdî li Rojava li dijî zêdegaviyên li Serê Kaniyê beyannameyek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komela Hêz û Partiyên Siyasî yên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê di beyannameyeka tund de zêdegaviyên komên çekdar û rêgirtina li vegera şêniyên resen ên Serê Kaniyê şermezar kirin û daxwaz ji Hikûmeta Suriyeyê û civaka navdewletî kir ku yekser desttêwerdanê bikin.

Beyannameya Komela Hêz û Partiyên Siyasî yên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê:

 

Beyanameyek ji aliyê Komela Hêz û Partiyên Siyasî yên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê li ser zêdegaviyên komên çekdar û rêgirtina li vegera koçberên ku bi zorê hatine dûrkirin bo bajarê Serê Kaniyê.

 

Bo raya giştî û aliyên navdewletî yên peywendîdar

 

Pirsa vegera şêniyên bajarê Serê Kaniyê yên ku bi zorê hatine awarekirin bo bajar û gundên wan, êdî ne tenê daxwazeka mirovî ye, belku ceribandineka rastîn û kiryarkî ye ji bo her niyeteka cidî di înana aramî û aştiya civakî da. Mafê vegerê ji bo ser mal û mulkên resen mafekî bingehîn e û ji aliyê qanûnên navdewletî, şerîetên mirovî û destûrê Suriyeyê ve hatiye misogerkirin, û nayê qebûlkirin ku bikeve jêr sat û sewdaya siyasî yan meydanî.

Di vê çarçoveyê de, bi nêzikî û bi xema giran û şermezarkirineka mezin ve, em lidûçûna wan kiryarên tundutîjiyane û zêdegaviyên zeq dikin, ewên ji aliyê kom û fesîleyên çekdar li Serê Kaniyê li dijî wan malbatên kurd tên kirin, ewên bizav kirî ku vegerin ser malên xwe. Rijdbûna van koman li ser rêgirtina li xwecihbûna welatiyan, êrîşkirina li ser wan, û berdewamkirina destbiserdagirtna mulkên wan, ne tenê şikandina têgehiştinan e, belku dikeve di xaneya siyaseteka rêkxistî de ji bo çespandina guhorîna demografî bi zorê û gefkirina li pêkhateya civakî yên deverê.

Li ser vê yekê:

Em redkirina xwe ya reha bo hemî wan bizavan radigihînin ên ku armanca wan rêgirtina li pêkhateya Kurdî ya resen ku vegere ser axa xwe ya dîrokî li Serê Kaniyê û derdorên wê, û em her bizavekê ji bo guhertina nasnameya şêniyên deverê bi tawaneka berdewam dadinin ku pêdvî ye yekser bê rawestandin û maf bo xwediyan vegerin.

Em di vê beyanameyê de tekezê li ser van xal û berpirsyariyan dikin:

Em dewleta Suriyeyê bi temamî berpirsyariya qanûnî didin helgirtin: Hikûmeta Suriyeyê, li dû erkên xwe yên destûrî û serwerî daxwazkirî ye bi desttêwerdana yekser û rijd ji bo bidûmahîanîna bi zêdegaviya komên çekdar li Serê Kaniyê, û dabînkirina parastina ewlehî û qanûnî ji bo kesên vegeriyayî, û dadgehkirina her kesekê ku destê wî di tirsandina welatiyan yan destbiserdagirtna mulkên wan de bê selimandin.

Em bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî dikin: Em daxwazê li Nûnera Neteweyên Yekgirtî û rêkxistinên mafên mirovan ên navdewletî dikin ku van zêdegaviyan li nava Serê Kaniyê bi awayekê rasterast tomar bikin, û arasteya zextê li ser hemî aliyan çalak bikin da ku rêkên vegereka aram, serbilind, û parastî bi garantiyên qanûnî û mirovî yên ron misoger bikin, digel pêşkêşkirina harikariya bilez ji bo ji-nû-ve-avakirina jêrxaneya ku zirar gihîştiyê.

Avakirina aramiya rastîn ji rêzgrtina li mafên welatîbûnê û vegerandina awareyên Serê Kaniyê bo malên wan bi keramet û aramî ve dest pê dike, û em qebûl nakin çarenivîsê bi hezaran kesan ji zarokên me bimîne barimete li jêr siyasetên tirsandinê û sepandina siyaseta rewşa heyî.

Îmzakerên li ser beyanameyê:

Partiya Guhertina Demokratî ya Kurdistanê
Partiya Biratiya Kurdistanê
Opozisyona Nûkirina Kurdistanê
Partiya Têkoşîna Demokratî
Partiya Çep a Kurdî li Suriyeyê
Partiya Şiyû'î ya Kurdistanê
Partiya Parêzgarên Kurdistanê
Dîroka îro: Qamişlo, 8 / 11 / 2026