Deriyê Sînorî yê Seyranbenê bo dema 3 rojan hat daxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Seyranbenê haydariyek da welatî, geştyar û şofêran û ragihand ku hatinûçûna geştyarî û danûstandina bazirganî li wî derîyî ji bo dema sê rojan bi temamî rawestiyaye.
Li gorî haydariya Deriyê Seyranbenê, ji roja Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, ve ji bo dema sê rojan hemî tevgera geştyarî û bazirganî di wî derîyî re rawestiyaye.
Di wê haydariyê de hatiye diyarkirin ku li roja Şemiyê, 15ê Tebaxa 2026ê, rewş dê dîsa asayî bibe û ew derî dê ji nû ve li ber geştyar û şofêran bê vekirin.
Deriyê Sînorî yê Seyranbenê yek ji deriyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de ye, ku li ser sînorê qezaya Pêncwînê ya parêzgeha Silêmaniyê ye û ji bo geştyarî û veguhastina kelûpelên bazirganî tê bikaranîn.