Tom Barrack gihîşt Bexdayê û armanca serdana xwe aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack, gihîşt Bexdayê. Barrack ragihand, ew peyama piştgiriya Donald Trump digihîne hikûmeta nû ya Iraqê û piştre dê serdana Hewlêrê bike.

Tom Barrack îro 15ê Hezîrana 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî X aşkera kir, ew gihîştiye paytexta Iraqê û ji bo vegera xwe ya Bexdayê gelekî serbilind e. Barrack destpêkê li gel tîma balyozxaneya welatê xwe û karguzarê balyozxaneyê Joshua Harris civiya.

Şandeyê Trump diyar kir, ew ê îro bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî re bicive, da ku peyama piştgiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump bigihîne hikûmeta nû ya Iraqê. Barrack destnîşan kir, di hevdîtina bi Zeydî re, ew ê li ser "arasteyeke nû" ya bo avakirina peywendiyeke bihêz, hevseng û bi feyde ji bo berjewendiyên her du welatan gotûbêjan bikin.

Tom Barrack tê Hewlêrê

Piştî hevdîtinên li Bexdayê, biryar e Şandeyê taybet ê Amerîkayê serdana Hewlêra paytext bike û li gel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê girîngiya vê serdanê nirxand û got: "Ev yekem car e Tom Barrack bi fermî wek nêrdeyê Serokê Amerîkayê tê Hewlêrê. Em ê wan mijarên ku têkildarî Herêma Kurdistanê û Iraqê ne bi giştî gotûbêj bikin, da ku di navbera hemû aliyan de hevahengiyeke mezintir çêbibe."