Şaredarê Tehranê: Şîna Elî Xameneyî dê li Iraqê jî bê kirin
Şaredarê Tehranê: Termê Elî Xameneyî dê li Iraqê bê veşartin
Navenda Nûçeyan (K24) - Şaredarê Tehranê aşkere kir ku berpirsyariya bicihanîna plana merasîma veşartin û şîniya Rêberê Berê yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî li ser milên Artêşa Pasdaran e, herwesa ragihand ku merasîm ji bilî çend bajarên Îranê, dê li Iraqê jî bi rê ve biçe.
Şaredarê Tehranê Elîriza Zakanî îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) di konfranseke rojnamevaniyê de ragihand: "Di şîniya meha Muherema îsal de, em dê şahidê merasîmeka hejî ya xatirxwestin û şînî û veşartina termê rêberê şehîd bin. Em pêşbînî dikin ku nêzîkî 20 milyon kesan tevlî vê merasîmê bibin û li Iraqê jî şînî bo bê kirin."
Zakanî hûrgiliyên planê bi vî rengî eşkere kirin:
Xatirxwestina Giştî: Di rojên 3 û 4ê Tîrmeha îsal de li Mizgefta Îmam Xumeynî li Tehranê bi rê ve diçe.
Merasîma Şîniyê: Di 5ê Tîrmehê de li Tehranê, û di rojên paştir de li bajarên Qum û Meşhedê tê lidarxistin.
Spartina Axê: Di 8ê Tîrmehê de jî termê wî dê li Iraqê bê veşartin û merasîmên şîniyê dê li wê derê bi rê ve biçin. (Şaredarê Tehranê hûrgilî nedan ka dê li kîjan bajarê Iraqê be, û heta niha hikûmet û berpirsên Iraqê jî di vî warî de ti daxuyaniyek nedaye).
Şaredarê Tehranê destnîşan jî kir ku ji bo birêveçûna wê merasîmê çend cadeyên serekî û cuda (wek cadeyên Demavend, Înqilab û Azadî) hatine destnîşankirin, bo ku komkirina girseyê hêsan bibe, lê biryara dawiyê dê piştî nirxandineka hûr ji bo pêdivî û şiyanên cadeyan tê dan. Herwesa plan bo cadeyên neserekî jî tê danan, daku qerebalixî kêm bibe û hêsankariya hatin û çûnê û parastina ewlehiyê bê dabînkirin.
Li gorî gotina Zakanî, berpirsyariya giştî ya hevahengiya van merasîman dê li ser milên hikûmetê û Cîgirê Yekê yê Serokkomarê Îranê be; lê Artêşa Pasdaran dê erkê bicihanîn û rêkxistina bernameyan werbigire. Wezareta Navxwe, şaredarî û aliyên peywendîdar jî dê alîkar bin.