Wezareta Tenduristiyê: Li Hewlêrê du keysên taya xwînberbûnê hatin tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku du keysên tûşbûna bi nexweşiya taya xwînberbûnê li bajarê Hewlêrê hatine tomarkirin, ku bav û kurek in.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku du keysên tûşbûna bi nexweşiya taya xwînberbûnê li bajarê Hewlêrê hatine tomarkirin, ku bav û kurekî 71 salî û 29 salî ne û şêniyên taxeka bajarê Hewlêrê ne.
Ji ber serjêkirina ajalan di nav malê de, di nava du heftiyên borî de û têkelbûna ligel canewerên tûşbûyî û pêkhate û paşmayiyên piştî serjêkirinê, serdankirina nexweşxaneyê û gumanlêkirina bi nexweşiya taya xwînberbûnê û hebûna nîşanan, tîmên bijîşkî rêkarên destnîşankirin û piştrastkirina nexweşiyê û çareseriya guncayî bo wan dane ber xwe.
Wezareta Tenduristiyê bal kişand ser rewşa wan a niha û got: "Niha ew her du nexweş di bin çavdêriya bijîşkî de ne û li nexweşxaneyê hatine razandin û çareseriyê werdigirin. Rewşa tenduristiya ya yek ji wan heta astekê binecih e, lê rewşa yê din ne binecih e."
Wezareta Tenduristiyê daxwaz ji welatiyan dike ku pabendî rênimayiyên wê bin:
Agahdarkirina Tîman: Di dema dîtina her guman an nîşaneyeke nexweşiyê li ser caneweran, divê zû tîmên vîtêrneriyê bên agahdarkirin.
Serdana Nexweşxaneyê: Ew kesên ku karê xwedîkirina canerweran dikin an têkelbûna wan ligel berhemên caneweran heye, di dema derkeftina her nîşaneyeke neasayî de, divê bi lez û bêyî derengketin serdana xalên tenduristiyê bikin.
Wezareta Tenduristiyê li dawiyê jî ragihandiye ku li ser asta Herêma Kurdistanê tenê ev du keys hatine piştrastkirin; ji bilî du keysên din ên bajarên derveyî îdareya Herêma Kurdsitanê ku ji bo wergirtina çareseriyê qesta nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê kiriye.